Berpirsê Rêxistina Asûrî ya Demokrat: Sextekarî di frotina mal û milkên me de tê kirin

12-07-2022
RÛDAW
Rêxistina Asûrî ya Demokrat dibêje, diyardeya hecizkirina mal û mulkên kesên ku penaber bûne, derketiye
Rêxistina Asûrî ya Demokrat dibêje, diyardeya hecizkirina mal û mulkên kesên ku penaber bûne, derketiye
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Rêxistina Asûrî ya Demokrat destdanîna li ser mal û zeviyên Siryanên Aşûrî li Rojavayê Kurdistanê şermezar kir û ragihand ku “bi belgeyên sexte dest li ser avahiyên Xiristiyanan tê dayîn.” Berpirsê siyasî yê Rêxistina Asûrî ya Demokrat Gabriyêl Mûşê ji Rûdawê re got: “Gelek kes keysbaziya vê rewş dikin, ji bo dest deynin ser zevî û milkên xelkê, bi taybetî kesên ku koçber bûne.”

Nivîsgeha Ragihandinê ya Rêxistina Asûrî ya Demokrat di daxuyaniyekê de ragihande ku xelkên Cizîra Rojavayê Kurdistanê, rastî diyardeyekê hatine, ew jî destdanîna neyasayî û nerewa li ser mal û milk û zeviyên kesên koçberkirî û koçbûyî, ku ji welat derketine.

Rêxistina Asûrî ya Demokrat dibêje, ji ber belavbûna gendeliyê di nav saziyên Rêveberiya Xweser û Hikûmeta Sûriyê de, diyardeya hecizkirina mal û mulkên kesên ku penaber bûne, derketiye.

Li gorî wê daxuyaniyê, xelkên Asûrî Siryanî ji Kiristiyanên Cizîrê, li bajarên weke Qamişlo, Hesekê, Dêrik û Til Temir, nas kiriye ku bi îmzeyên sexte mal û milk û zeviyên wan hatine firotin. Ew jî bi rêya hinek kesan ji hikûmeta Sûriyê û ji Rêveberiya Xweser.

Dawîtirîn dosyaya di vî warî de, firotina mal û zeviya ku dikeve navçeya Çargoşeya Ewlehî li rojavayê Kenîseya Mar Yaqûbê Nisêbînî, li Qamişlo, ku xawendarêtiya wê ya Ishaq Efram û zarokên wî Jack Cak û Josef e.

Ishaq Efram û zarokên xwe jî, di daxuyaniyekê de red kiriye ku wan mal û zeviya xwe firotibin, û tekez kiriye ku sextekarî di vê proseya firotinê de hatiye kirin û daxwaz dikin ku mal û zeviya wan li wan bêne vegerandin.

Rêxistina Asûrî ya Demokrat saxtekirin û firotina mulkên koçberan şermezar kir û daxwazê ji aliyên berpirs dike ku bi berpirsiyariya xwe rabin û kesên sextekar bînin pêş dadgehê û rêgiriyê li ber destdanîna ser mal û milkên xelkê bikin û milk û malên li xwediyê wan were vegerandin.

Ji aliyê din ve berpirsê siyasî yê Rêxistina Asûrî ya Demokrat Gabriyêl Mûşê ji Rûdawê re behsa mijara firotina bi awayekî sextekarî, ji zevî û mal û milkê kesekî ji Xiristiyanên bajarê Qamişlo kir.

Gabriyêl Mûşê tekezî li ser naveroka daxuyaniya Rêxistina Asûrî kir, ku tê de hatiye: Ev çend car in, bi awayekî sextekarî zevî û mal û milkên xelkên Aûrî Siryanî ji Kiristiyanên Cizîrê, li bajarên Qamişlo, Hesekê, Dêrik û Til Temir, hatine firotin.

Gabriyêl Mûşê got: “Rêxistina Asûrî ya Demokrat, bi rêya daxuyaniyekê ku tê de ev doz ronî kir, û ev daxuyanî ji bo haydariyê bû ji bo ev mijar li ber çavan bê girtin û desthilatên heyî derbarê berpirsiyariya wan, agahdar bike, çi desthilata rejîmê be, yan jî desthilata Rêveberiya Xweser be, ji bo parastina mafên xelkê di milkên wan de, çi li welat bin yan koçber bûbin, bi taybetî, pirsa sextekirina belgeyan, di dema dawî de, gelekî belav bûye, ne tenê li Cizîrê, lê belê li hemû Sûriyê, bi sedema rewşa bêserûberî û gendeliya ku li hemû navçeyan belav bûye. Ji ber vê yekê em dibînin ku, gelek kes keysbaziya vê rewş dikin, ji bo dest deynin ser zevî û milkên xelkê, bi taybetî kesên ku koçber bûne.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst