HPGê nasnama 3 gerîla û kuştina 8 leşkeran ragihand

11-07-2021
RÛDAW
Nîşan HPG Hêzên Parastina Gel Tirkiye PKK Avaşîn Xakurk
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - HPGê nasnameya 3 gerîlayan û kuştina 8 leşkerên Tirkiyê ragihand. Li gor Wezareta Navxwe ya Tirkiyê jî, di êrişeke firokeyên wan de li herêma Avaşînê, 2 gerîlayên PKKê jiyana xwe ji dest dane.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya Hêzên Parastina Gel (HPG) derbarê şer û pevçûnên li gel artêşa Tirkiyê daxuyaniyek belav kir.

HPGê ragihand ku hêzên wan li devera Lêlikanê ya herêma Xakurkê, wesayîteke leşkerî ya ji cure Reo ya artêşa Tirkiyê armanc kirine.

Li gor daxuyaniya HPGê ew wesayîta leşkerî hatiye jinavbirin û 8 leşker hatine kuştin û 6 jî birîndar bûne.

Li aliyê din HPGê nasnameya 3 gerîlayan jî eşkere kir ku di êrişên artêşa Tirkiyê de jiyana xwe ji dest dane.

Her li gor daxuyaniya HPGê, artêşa Tirkiyê roja 15ê Tîrmeha 2017an li devera Gundikê Remo ya li herêma Cûdî ya Botanê operasyon û êrişek destpêkirin û di encamê de jî 3 gerîlayan jiyana xwe ji dest dan.

Nasnameya gerîlayên HPGê bi vî awayî ye;

Mahsûm Aslan bi nasnav Serhildan Amed ji Amedê, Mehmet Saît Guneş bi nasnav Serdem Sorî ji Sêrtê û Mûsa Saîn bi nasnav Rûbar Çirav ji Sêrtê.

HPGê di daxuyaniya xwe de tekezî li ser “rola û keda girîng” a wan gerîlayan kir û herwiha sersaxî ji malbat û gelê Kurdistanê re xwest.

Herwiha Wezareta Berevaniyê ya Tirkiyê jî derbarê şer û pevçûn û bombeberanan de daxuyaniyek belav kir.

Li gor wê daxuyaniya Wezareta Berevaniyê ya Tirkiyê, hêzên wan li herêm Avaşînê operasyoneke asmanî pêk anîne û di encamê de jî 2 gerîlayên PKKê jiyana xwe ji dest dane.

Artêşa Tirkiyê roja 23ê Nîsanê operasyoneke bejayî û esmanî ya berfireh bi hinceta hebûna gerîlayên PKKê, li nav xaka Başûrê Kurdistanê da destpêkirin ku hê jî berdewam e û hêzên xwe li 12 binkeyan bicih kirine.

Ji ber dawî operasyona Tirkiyê, xelkê 6 gundên sînorî koçber bûne û nêzikî 100 malbatan malên xwe bicî hiştine.

Jibilî şerên li nav sînorên Başûrê Kurdistanê, li herêmên dikevin nav sînorên Bakurê Kurdistanê jî şer û pevçûn di navbera PKK û leşkerên Tirkiyê de bi dijwarî berdewam in.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst