Dêrezor – Binkeya hêzên Amerîkayê rastî êrişê hat

Hewlêr (Rûdaw) - Binkeyeke hêzên Amerîkayê ya li Dêrezorê rastî êrişa bi hewanan hat.

Li gor medyaya fermî ya Sûriyê dengê teqînekê ji kargeha Konîko ya xazê ya li gundewarê Dêrezorê ve hat bihîstin ku hêzên Amerîkayê wek binkeyeke leşkerî bikar tînin.

Li gor çavkaniyên xwecihî teqîn bi sedema ketina mûşekekê li nêzîkî binkeya hêzên Amerîkayê bûye.

Berpirsekî Amerîkî jî ji medyaya cîhanî re belav kiriye, êrîşek li Konîko li dijî hêzên Amerîka hatiye kirin lê li gor raporên destpêkê, ti ziyanên canî û madî yên êrîşê nebûne.

Di dema heyama kêmtir ji 10 rojan de, ev cara duyemîn e ku li dijî wê navçeyê êriş tên kirin.