Serokên nû yên Dezgeha Zanyarî û Dije Teror li Silêmaniyê hatin erkdarkirin

11-07-2021
RÛDAW
Nîşan Kurdistan YNK Dezgeha Zanyarî Dije Teror Bafil Talebanî Qubad Talebanî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Îro bi amadebûna Bafil Talebanî û Qubad Talebanî, serokên nû yên herdu saziyên Dezgeha Zanyarî û Dije Teror li Silêmaniyê dest bi kar bûn.

Ji bo guhertinên di herdu saziyan de bi fermî bên kirin, îro Hevserokê YNKê Bafil Talebanî û Cîgirê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê û serokê tîma YNKê di hikûmetê de Qubad Talebanî li Silêmaniyê serdana baregeha Dije Terorê kirin.

Di merasimekê de, Wehab Helebceyî weke Berpirsê Dezgeha Dije Terorê hat nasandin û dest bi karê xwe kir.

Her îro Qubad Talebanî li Debaşan serprieştiya civîneke ewlehiyê kir û Ejî Emînî weke Serokê nû yê Dezgeha Zanyarî nasand.

Li gor daxuyaniyeke nivîskî ya ofîsa Qubad Talebanî, Cîgirê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê piştî nasandina serokê nû yê Dezgeha Zanyarî, daxwaz ji aliyên ewlekariyê kir ku li ser erkê xwe yê parastina aramiyê berdewam bin û ew hemahengiya heyî xurt bikin û berdewam bikin.

Di daxuyaniyê de tê gotin, Qubad Talebanî di civînê de ragihandiye, aliyên ewlekariyê nabe bi ti awayekê destwerdanê di karûbarên siyasî de bikin, belku divê hemwelatiyan ji tenahî û aramiyê piştrast bikin.

Çavkaniyek ji nav YNKê ji Rûdawê re eşkere kir, guhertin di postên Rêveberiya Polîsê Silêmaniyê, Asayişa Giştî ya Silêmaniyê, Asayişa Silêmaniyê, Firokexaneya Silêmaniyê û deriyên sînorî de jî tên kirin.

Peyamnêrê Rûdawê li Silêmaniyê, Erkan Elî ragihand, guhertinên di postên ewlekariyê yên Silêmaniyê de ji îro Yekşemê ve destpê kiriye û dê heta roja Pêncşemê ew guhertin berdewam bin.

Roja Pêncşemê 8ê Tîrmehê herdu serokên Dezgeha Zanyarî û Dije Terorê yên li parêzgeha Silêmaniyê, ji kar hatin dûrxistin û du kesên nû li şûna wan hatin danîn, paşê jî hêzeke emnî li gel Rêveberiya Firokexaneya Silêmanî, hinek guhertin di berpirsên beş û karmendan de kir.

Çavkaniyeke YNKê, ji Rûdawê re eşkere kir, ew guhertinên nû “ji bo rêgirtina li qaçaxcetiyê bûye”,  herwiha ew guhertin “ji bo çaksaziyên cidî ne ku bo Silêmanî û xelkê wê gelek baş in.”

Li gor zanyariyên Rûdawê, Bafil Talebanî li gel wê bûye, “guhertin bê kirin heta yekdestî di postan de neyê kirin û çaksaziyeke bingehîn jî hebe.”

Cîgirê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Qubad Talebanî ku serokê tîma YNKê ye jî di hikûmetê de, berî niha daxwaz ji Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî kiriye ku fermana herêmî bo du berpirsên nû yên Dije Teror û Dezgeha Zanyarî yên li Silêmaniyê derbixe.”

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst