Rêveberê Giştî yê Avê: Wêstgeha Elok dest bi kar kir

11-07-2020
RÛDAW
Zêdetirî 11 roj e grûpên çekdar û artêşa Tirkiyê wêstgeha avê ya Elok ji kar xistibû
Zêdetirî 11 roj e grûpên çekdar û artêşa Tirkiyê wêstgeha avê ya Elok ji kar xistibû
Nîşan Wêstgeha Elok Heseke Grûpên Çekdar
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Rêveberê Giştî yê Avê li Hesekê Mehmûd Ugla ragihand ku pitş hewil û peywendiyên Rûsiya li gel Tirkiye û Amerîkayê, beşek ji wêstegeh Elok careke din dest bi kar kir û av gihişt bajarê Hesekê.

Mehmûd Ugla ragihand ji nîvroya duh, 20 bîrên ku avê ji wêstegeha Elok  dide Hesekê kar dikin û piştî 10 demjimêran ji karkirina ambara serekî ya dana avê bo Hesekê ku li devera Himê ye tije bûne.

Rêveberê Giştî yê Avê dibêje, ew dê li gorî xişteyê avê bidin taxên Hesekê ku biryare îro av bigihê taxên Ezîziyê, Salihiyê, Muftî, Telayi û Xişman yên Hesekê eger ti pirsgirêk çê nebin.

Li gorî medyaya Rûsyyêa, dûbare berdana avê ji wêstgeha Elokê ya li Serê Kaniyê, piştî wê yekê hat ku HSDê elektrik da wêstgeha Mebrûka. 

Wêstegeha Elok jêdera bi tenê ya ava vexwarinê bo bajarê Hesekê û Til Temirê û gundewarên wê ye, her dem û demekê grupên çekdar yên ser bi Tirkiyê ve avê digirin.

Herwiha zêdetirî 11 roj e grûpên çekdar û artêşa Tirkiyê wêstgeha avê ya Elok ji kar xistibû û av li ser bi sed hezaran xelkê bajarê Hesekê û deverên girêdayî wê qut kiribû.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst