Şêrwan Îbrahîm: Mazlûm Kobanî soza cezakirina kesên zarok birine da

Hewlêr (Rûdaw) – Siyasetmedarê Kurd Şêrwan Îbrahîm ragihand ku Fermandeyê Giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) General Mazlûm Ebdî tekez kiriye ku danûstandinên di navbera aliyên siyasî yên Rojavayê Kurdistanê de ji bo yekrêziya Kurdî berdewam dibin. Îbrahîm herwiha da zanîn ku Mazlûm Kobanî gotiye ku ew kesên ku zarok birinê dê bêne cezakirin.

Siyasetmedar Şêrwan Îbrahîm, ji Rûdawê re ragihand ku ew ligel General Mazlûm Kobanî, civiya ye û wî tekez kiriye ku diyaloga Kurdî-Kurdî li Rojavayê Kurdistanê berdewam dibe.

Piştî hevdîtina xwe ligel Mazlûm Ebdî, Şêrwan Ibrahîm ji Rûdawê re got, Fermandeyê HSDî tekez kiriye ku ev diyalog bi piştevaniya Amerîka û Herêma Kurdistanê berdewam dibe.

Şêrwan Îbrahîm got: “General Mazlûm Ebdî gelek bi hêvî û erênî diyaloga di navbera aliyên Kurdî de dişopîne. Hemû miletê Kurd razîbûna xwe ji vê diyaloga Kurdî re nîşan dane. Ebdî bi rijd e ku ev diyalog bi ser bikeve.”

Îbrahîm herwiha diyar kir ku derbarê zarokên ku vê dawiyê hatine birin, General Mazlûm gotiye ku ew dê wan zarokan li xwediyên wan vegerînin û ew kesên ku ev kar kirine dê bên cezakirin.

Derbarê vê mijarê de Îbrahîm wiha axivî: “Weke ez dizanim di nav HSDê de êdî nabe kesên temenê wan jêr 18 saliyê di nav wan de bimîne û ev demek e dirêj e nîne. Jixwe gelek çavdêrên navneteweyî jî hene. Ebdî got ku em weke HSD ne berpirsiyar in di birina zarokan de, lê em dê zextê bikin û alîkar bin daku ev zarok vegerin mala xwe û em sozê jî didin. Herwiha got ku slavên me ji malbatan re hene û dê zarokên wan vegerin mala xwe. Zarok ne cem me ne, lê li kuderê bin em dê bibin alîkar û kesên vê yekê dikin jî dê bêne cezakirin.”