Sefîn Dizeyî: Enqerê xwestiye nûnertiya Herêma Kurdistanê were vekirin

11-07-2020
RÛDAW
Nîşan Herêma Kurdistanê Sefîn Dizeyî Tirkiye
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Berpirsê Fermangeha Peywendiyên Derve ya Herêma Kurdistanê Sefîn Dizeyî ragihand ku xebatên wan ji bo vekirina nûnertiyên Herêma Kurdistanê li çend welatan berdewam e, û Tirkiyê jî daxwaz kiriye ku li wî welatî nûnertiya Herêma Kurdistanê were vekirin.

Li gor daxuyaniya Fermangeha Peywendiyên Derve ya Herêma Kurdistanê ku di malpera wê ya fermî de hate belavkirin, Sefîn Dizeyî behsa kar û xebatên kabineye 9em a Herêam Kurdistanê dike û dibêje ku tevî çend krîz û astengiyan, Hikûmeta Herêma Kurdistanê, ji bo pêşxistina peywendiyên derve pêngavên girîng avêtine.

Sefîn Dizeyî diyar kir ku beşdarkirina hikûmeta Herêma Kurdistanê li dîdarên ligel berpirsên bilind ên Neteweyên Yekbûyî, ligel berpirsên Waşîntonê, dîdara Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî li Konferansa Asayişa Munichê û serdana wî bo Vatîkanê û dîdara ligel Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan û Şahê Urdinê Şah Ebdulah û civîna Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ligel Serokê Amerîkayê Donald Trump, pêngavên mezin û girîng bûn bo bihêzkirina pêgeha herêmê.

Dizeyî amaje bi wê yekê kir ku niha kar li ser wê yekê dikin ku nûnertiyên Herêma Kurdistanê li çend welatên Asyayê û welatên Erebî werin vekirin û got: “Tirkiyê jî daxwaz kiriye ku nûnertiya Herêma Kurdistanê li wî welatî were vekirin, lê ji ber pandemiyê xebat niha hatine ragirtin.”

Derbarê pêgeha Herêma Kurdistanê de jî Dizeyî got ku “reng e ti herêmek weke Herêma Kurdistanê prestîja xwe nebe, ew yek jî ji serdana Cîgirê Serokê Amerîkayê û wezîrê Ewropayê bo Herêma Kurdistanê diyar dibe.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst