Çekdaran 4 kes ji nahiyeya Şera girtin

11-07-2019
RÛDAW
Nîşan Efrîn Şera Rojavayê Kurdistanê Grûpa Sultan Murad Kurd Revandin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Gurûpeke çekdar 4 welatiyên Kurd li gundê Qurtqulaqa Mezin a Efrînê girtin.


Rêxistina Mafê Mirovan li Efrînê di daxuyaniyekê de ragihandiye, gurûpa çekdar a Sultan Murad 4 welatiyên Kurd ji gundê Qurtqulaqa Mezin a ser bi nahiyeya Şera ya Efrînê ve revandine û ji bo cihekî ne diyar birine.

 

Li gorî rêxistina navborî, her yek ji Mesûd Mislim, Şebab Moşo, Şeiban Reşo û Murad Mislim bi tohmeta ku kar bi Rêveberiya Xweser re kiribûn, hatine revandin.

 

Heman rêxistin dibêje ku Murad Mislim hatiye berdan, lê heta niha çarenivîsa hersê girtiyên din ne diyar e.


Herêma Efrînê nêzîkî sal û nîvekê ye ku di bin kontrola Tirkiyê û grûpên çekdar ên opozisyona Sûriyê de ye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst