Îran çend gundên sînorê Hacî Omeranê topbaran dike

11-07-2019
RÛDAW
Ew du roj in ku Îran çend gundên sînorî yên Herêma Kurdistanê topbaran dike,
Ew du roj in ku Îran çend gundên sînorî yên Herêma Kurdistanê topbaran dike,
Nîşan Kurdistan Hacî Omeran Topbaran Îran
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Ev dema 2 rojan e topxaneya Îranê zozanên sînorî yên gundê Alane yê ser bi qezaya Hacî Oneranê topbaran dike û di encamê de rûniştvanên çend gundan derbider bûne.

 

Rûniştvaneka gundê Alane ya bi navê Mehûsn Hemedemîn ji Rûdawê re ragihand: “Ji vê sibehê ve topxaneya Îranê gundê me û herdu gundên Reş Hermêyan û Bêsê topbaran dike, û ji ber wê topbaranê gelek ziyan gihştiye bexçe û dexludanê gundiyan.”

 

Mehsûn Hemedemîn diyar kir, herwiha ji ber topbarana deverê ji aliyê Îranê ve, “gundî derbider bûne û ew newêrin biçin malên xwe.”

 

Derbarê sedemên wê topbaranê de, welatiya navborî got ku, ew topbaran di demekê de ye ku “ti baregeheke partiyên dijberê Îranê li wan gundan nîne.”

 

Mehsûn Hemedemîn da xuyakirin, topbaran gelek bi dijwarî tê kirin û ew ji çarenivîsa koçeran ditirsin, ji ber ku ew nizanin ew niha di çi rewşekî de ne.

 

Qaymqamê Çomanê, Ehmed Qadir jî derbarê vê topbaranê de ji Rûdawê re ragihand, ji saet 08:50 xûlekên vê sibehê ve, zozanên Alane têne topbarankirin û ziyan tenê madî ne û di encama topbarana îro de heta niha ti ziyanên canî nebûne.

 

Qadir got jî, ti hincetek nîne ku Îran kesên sivîl û samanên xelkê bike aramanc û tekez kir, ew yek “ji prensîbên cîrantiyê dûr e” û hêvî kir ku bi nêzîkitîn dem ew topbaran raweste.


 

Duh jî Îranê 8 gundên sînorê nahiyeya Sîdekanê dabû ber topan û li gundê Dêrê di encama topbaranê de keçeke 18 salî ya bi navê Zeytûn Qadir canê xwe ji dest dabû û du birayên wê yên bi navê Sîrwan 22 salî û Îsmaîl 14 salî bi giranî birîndar bûbûn.

 

Rojek berî wê jî, li Pîranşar a ser bi parêzgeha Urmiye ya Rojhilatê Kurdistanê ve, fermandarekî pilebilind ê Supaya Pasdaran a Îranê tevî 2 efserên din hatibûn kuştin.

 

Îranê, hêzên ser bi partiyên Rojhilatê Kurdistanê ve bi encamdana êrîşê û kuştina wan kesan tohmetbar kiriye.

 

Her du piştî ku Îranê gundên sînorî yên Herêma Kurdistanê topbaran kir, Hikûmeta Herêma Kurdistanê di daxuyaniyekê de ew yek şermezar kir û nerazîbûna xwe nîşan da û daxwaz ji Îranê kir, topbarana deverên sînorî yên Kurdistanê rawestîne.

 

Hikûmeta Herêma Kurdistanê herwiha dijatiya xwe bo êrîşa li bajarê Pîranşarê ya bo ser hêzên Supaya Pasdaran jî ragihand.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst