Nazim Debax: Îranê em agahdar kirin ku tola kuştina fermandarê xwe hildide

Hewlêr (Rûdaw) – Nûnerê Hikûmeta Herêma Kurdistanê yê li Îranê Nazim Umer Debax ragihand ku berî topbarankirina sînorên Başûrê Kurdistanê, Îranê em agahdar kirin ku tola kuştina fermandar û du leşkerên Supaya Pasdaran ji partiyên Kurdî hildide.

 

Nazim Umer Debax ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand, piştî ku roja çarşemê fermandarek û du leşkerên ser bi Supaya Pasdaran ji aliyê çend çekdaran ve hatin kuştin, Komara Îslamî ya Îranê em agahdar kirin ku "tola kuştina wan fermandar û leşkeran ji partiyên li sînorên Herêma Kurdistanê hildide, ji ber ku li gor gotina wan, ew karê leşkerî ji aliyê wan ve hatiye kirin".

 

Debax diyar kir: “Ew karê ku li sînorê Pîranşar hat encamdan, di demeke hestyar de bû, eger partiyên Başûrê Kurdistanê destê wan têde hebûbe, diviya wê yekê bînin ber çavan ku Herêma Kurdistanê di destpêka pêkanîna hikûmetê de ye û rêkeftina navbera Herêma Kurdistanê û Komara Îslamî ya Îranê neşkînin.”

 

Êvara çarşemê, yek ji fermandarên leşkerî yên herî diyar ên xwecihî yên Supaya Pasdaran li gel du endamên din ên Supaya Pasdaran di êrişekê de hatin kuştin û çekdarekî din jî birîndar bû.

 

Hasil Ehmedî ku bi navê Hasil Îlxanî tê nasîn û xelkê bajarê Pîranşar ê ser bi parêzgeha Urmiyê ye û di nav Supaya Pasdaran de pileya wî eqîd "serheng" bû, êvara çarşemê di saet 18:00an de li gel du endamên din ên Supaya Pasdaran teqe lê hat kirin û hatin kuştin, endamekî din jî birîndar bû.

 

Du roj in gundên sînorê Sîdekan û Hacî Omeran ji aliyê Îranê ve têne topbarankirin, ji ber topbaranan jî, duh li gundê Dêrê yê ser bi Sîdekan, keçeke 18 salî ya bi navê Zeytûn Qadir jiyana xwe ji dest da û du birayên wê yên 14 û 23 salî yên bi navên Îsmaîl û Sîrwan bi giranî birîndar bûn. Topbarana îro jî li herêmê berdewam e bi cureyek ku niştecihên sê gundên sînorê nahiya Hacî Omaran neçar bûn ku ji malên xwe derkevin.

 

Hikûmeta Herêma Kurdistanê roja 10ê Tîrmeha 2019an nerazîbûna xwe li dijî êrişkirina ser Supaya Pasdaran li Pîranşarê û herwiha li ser topbarana Îranê bo ser deverên sînorî nîşan da û ragihand: “Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji Komara Îslamî ya Îranê daxwaz dike ku bordûmankirina herêmê bide sekinandin û nebe sedema tirs û derbederbûna niştecihan.”