Çekdarên opozisyonê agir berdan zevî û daristanên Efrînê

Hewlêr (Rûdaw) - Li çend deverên cuda yên herêma Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê çekdarên opozisyona Sûriyê yên ser bi Tirkiyê ve agir berdane daristan û zeviyên herêmê.

 

Ji bilî daristanên xwezayî, ziyaneke mezin gihaştiye cotyarên herêmê û bi hezaran darên zeytûnan û mêwên tirî jî hatine şewitandin.

 

Şewitandina daristanên xwezayî li çend deverên herêma Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê li ser destê grûpên çekdar ên opozisyona Sûriyê roj bi roj berfirehtir dibe.

 

Li gorî çavkaniyên ku ji herêma Efrînê ji Rûdawê re axivîne û dîmenên taybet ên şewatan ji Rûdawê re şandin, ji bilî şewitîna daristanên xwezayî li herêmê, zer û ziyanên mezin gihaştine cotyarên herêmê û bi hezaran darên zeytûnan jî hatine şewitandin.

 

Roja 6ê tîrmehê, şer û pevçûn di navbera grûpên çekdar xwe bi xwe de li Geliyê Tîra ser bi Raco ve, derketin û di encamê de çekdaran agir berdan geliyê navborî.

 

Agirî Geliyê Tîra li çiyayên derdora gêlî vedabû û bi aliyê her du gundên Şêx Bila û Goliya de, rûbereke mezin ji daristanên wê devera ser bi Raco ve şewitîbûn.

 

Roja 7ê tîrmehê, agir kete  geliyê Sorsînê ser bi Raco ve û berve herdû gundên Hopka û Etmana yên ser bi deverê ve çû û di encamê de, malek li gundê Etmana şewitî.

 

Di heman rojê de, grûpên çekdar ên ku li gundê Hec xelîl cîgîr in, Çiyê Mîro yê raserî gund gulebaran kirin da ku agir bigire daristanên çiyayê navborî.

 

Roja 8ê tîrmehê, çekdarên opozisyona Sûriyê agir berdan çiyayê Hawarê li devera Bilbilê û rûbereke mezin ji daristanên deverê şewitadin.

 

Herwiha çekdarên grûpa Feyelq el-Şam, agir berdidin pûş û giyayên hişkbûyî li derdora gundê Çençeliya yê ser bi Raco ve.

 

Li gorî çavkaniyên ku ji Rûdawê re axivîne, ji bilî daristanan, di navbera 3-5 hezar darên zeytûnan û mêweyên tirî jî hatine şewitandin.

 

Şewitandina daristan û darûberên herêmê li derdora deryaçeya Meydanêkê, ser bi devera Şera ve dest pê kiribû.

 

Li gorî çavkaniyên ku ji devera Şera jin Rûdawê re axivîne, 5 caran agir ketibû daristanên derdora deryaçeya Meydankê û her cara ku xelkê deverê agir vedimirandin çekdaran careke din agir berdidan daristananên deverê.