Malala Yousafzai soza alîkariyê da keç û jinên Kurdistanê

11-07-2017
Rûdaw
Nîşan Kurdistan Nêçîrvan Barzanî Malala Yousafzai Malala Found
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Çalakvana keç a Pakistanî û xwediyê xelata Nobel a Aştiyê,  Malala Yousafzai di hevdîtina li gel Serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî de ragihand, rêxistina wê Malala Found hewl dide, ku li gel aliyên pêwendîdarên Herêma Kurdistanê û di warê erwerde û pêgehandinê de hevkariya keç û jinên Kurdistanê û yên aware û penaber li Kurdistanê bike.

 

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî êvariya îro sêşembî 11ê Tîrmeha 2017ê li Hewlêrê pêşwazî li keça çalakvan a Pakistanî û xwediyê xelata Nobel a Aştiyê Malala Yousafzai, ku damezrênerê saziya Melala Found a bo karûbarên xêrxwaziyê û piştgiriya li perwerdeya jinan e, kir.

 

Malala Yousafzai di vê hevdîtinê de keyfxweşiya xwe li hember yekemîn serdana bo Herêma Kurdistanê nîşan da û pêkvejiyan û tifaqa (toleransa) li Kurdistanê bilind nirxand.

 

Malala Yousafzai ku temenê wê tenê 19 sal e, di hevdîtina bi Serokwezîr Barzanî re ragihandiye, rêxistina wî ya xêrxwazî hewl dide, ku li gel aliyên pêwednîdar ên Hikûmeta Herêma Kurdistanê û rêxistinên nehikûmetî yên di ware perwerde û pêgegandinê de hevkariya keç û jinên Kurdistanê di nava kamp û bajaran de bike.

 

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê jî di axavtina xwe de spasiya serdana Malala Yousafzai bo Kurdistanê kir û destxweşî li kar û çalakiyên wê kir. Nêçîrvan Barzanî herwiha wêrekî û şiyana Malalayê bilind nirxand, ku weke keçekê di bin sîstemeke tundrewiyê de karî rûbirûyê wê zulm û zordariyê bibe û dengê bi milyonan keçên weke xwe bigihîne cîhanê û bibe mînakeke cuwan û balyozeka serkevtî di karên xwe de.

 

Nêçîrvan Barzanî herwiha piştgiriya Hikûmeta Herêma Kurdistanê bo her alîkarî û hemahengiyekê jî ji wê çalakvana keç re ragihand.

 

Barzanî behsa wan bûyerên nexweş û nexwestî jî kir, ku DAIŞê derheqê keç û jinên Kurdên Êzidî û Mesîhî û pêkhateyên din ên Kurdistan û Iraqê de pêk anîne.

 

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê aşkere jî kir, ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê kariye heta niha zêdetir ji nîvê wan keç û jinan rizgar bike, ku ji aliyê DAIŞê ve hatine revandin û tekez kir, ku ew weke hikûmeta Kudistanê dê li ser hewlên xwe bo rizgarkirina keç û jinên din ên di destê DAIŞê de jî berdewam bin.

 

Nêçîrvan Barzanî behsa yeksaniya (wekheviya) di navbera jinan û zilaman de li sazî û dezgehên Hikûmeta Herêma Kurdistanê kir û piştgiriya temam a xwe bo Malala Yousafzai û rêxistina wê nîşan da û bi pêwîst da zanîn, ku hemahengiya rêxistina wê çalakvanê li gel Encumena Bilind a Jinan hebe.

 

Herwiha Serokwezîr Barzanî tekez kir, bi armanca baştirkirina wan xizmetkariyên ku ji aliyê hikûmetê û rêxistinên nehikûmetî ve pêşkêşî aware û penaberan tên kirin, bi taybet ewên ku pêşbînî tê kirin, ku heta demek dirêj nekarin vegerin ser ware xwe, pêwîst e ku hemahengî di navbera rêxistina Malala û saziyên pêwendîdarên hikûmetê û rêxistinên taybet bi jinan li Herêma Kurdistanê hebe.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst