Rêya Mirinê - 6 kesan jiyana xwe ji dest dan

11-07-2016
RÛDAW
Nîşan Bûyera Trafîkê Rûya Mirinê Berdereş Dihok Mirin
A+ A-

Hewlêr(Rûdaw) – Li ser rêya navbera Berdereş û gundê Dulîcan li parêzgeha Dihokê 6 kesan jiyana xwe ji dest da û kesek din jî bi giranî birîndar bû.

 

Rêvebirê Pêwendiyan û Ragihandinê li Rêveberiya Polîsê Trafîkê ya Dihokê Azad Teha ji Rûdawê re ragihand: “Ji ber bûyereke trafîkê li ser rêya navbera Berdereş û Pira Heseniye li nêzîkî gundê Dulîcan 6 kesan jiyana xwe ji dest dan.”

 

Azad Teha got: “Bûyer îro duşemî 11ê Tîrmeha 2016an û saet 10:10 rû daye û bûye sedem ku 2 jin û 4 zilam jiyana xwe ji dest bidin û kesek jî birîndar bibe, ku birîna kesê birîndar jî giran e.”

 

Ji ber xirabiya rewşa rê, rêya Berdereş bi Rêya Mirinê hatiye naskirin û salane bi dehan bûyerên trafîkê li ser wê rêyê çê dibin.

 

Di meha Gulan a îsal jî li ser heman rêyê di encama bûyereke trafîkê de 5 kesan jiyana xwe ji dest dabûn.

 







Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst