ŞEMZÎNAN - Piştî belavbûna dîmenên gilêşê şaredariyê dest bi paqijiyê kir

11-06-2024
Şewket Herkî
Şewket Herkî
Wêne: Rûdaw
Wêne: Rûdaw
Nîşan Şemzînan Gilêş Sabrî Ozel Şaredariya Şemêznan
A+ A-

Şemzînan (Rûdaw) - Piştî belavbûna wêne û dîmenên gilêşê yên li ser rêya Rûbarok - Şemzînanê, Şaredariya Şemzînanê dest bi paqijkirina gilêşê kir.

Navçeya Şemzînanê ya Colemêrga Bakurê Kurdistanê ku wekî bûkeke bedew û bêhmepa ye, ji ber sersarî, xemsarî û karên xerab ên rayedaran di rewşeke xeter û dijwar de ye.

Şaredariya Şemzînanê gilêşa ku ji nav bajêr kom dike li kêleka Çemê Şemzînanê dirijîne.

Rijandina gilêşê ya li kêleka çem û rûbaran hem dibe sedema nexweşiyan û hem jî dibe sedema pîsbûna jîngehê.

Karsazê Kurd Sabrî Ozel ku bi xwe jî ji Şemzînanê ye li ser vê pîskirina jîngehê raporeke berfireh amade kiriye.

Rapora ku Sabrî Ozel amade kiriye ji Wezareta Bajarvanî û Derdorê ya Tirkiyeyê jî di nav de ji 7 saziyên fermî re şandiye û ji rayedaran xwest ku li ser vê mijarê bikevin tevgerê.

Rêya di navbera navçeyên Şemzînan û Rubarokê de ku di heman demê de rêyeke navneteweyî ye û digihîje deriyî sînorî yê Rubarok û Zêtê, bi salan e berdewam qirş û gilêşa navçeya Şemzînanê li ser vê rêyê tê valakirin.

Qirş û gilêşa serê rê diherike nav ava rûbara Hecî Beg û ava rubarê bi vê gemara xwe heta Mûsil û Besrayê jî diçe.

Adem Opengînê masîgir diyar kir ku wan berê masiyên nîv kiloyî digirtin lê niha êdî di nav vê avê de masî jî nemane.

“Em qedirê welatê xwe nizanin ti kes lê xwedî dernakeve”

Masîgir Adem Opengîn got, “Sedem gilêşa Şemzînanê ye.

Em qedrê welatê xwe nizanin ti kes lê xwedî dernakeve.

Çend kes hene ku li serê qise dikin lê kes karekî cidî nake.

Berê me masiyên mezin digirtin niha ji ber gilêşê masî nemane.”

Pirsgirêka qirş û gilêşê ya li ser rêya Şemzînan û Rûbarokê di rojevê de germ bûye.

Karsazê Sabrî Ozel raporeke taybet di derbarê mijarê de amade kiriye.

Li gorî raporê, qirş û gilêş dibe sedema pîsbûna avê û jingehê, heman demê navçeyên geştyarî yên Şemzînanê jî di bin metirsiyê de ne.

“Me rapor bi rêya Cîmerê ji çend wezaretên pêwendîdar re şand”

Miradxan Şemzînî ku yek ji amadekarên raporê ye wiha anî ziman:

“Rapor bi piştgiriya karsazê me Sabrî Ozel hatiye amadekirin û ji 28 rupelan pêk tê.

Di raporê de zêdetir jî wêne û vîdeo hene.

Me rapor bi rêya Cîmerê ji çend wezaretên pêwendîdar ên wekî Wezareta Geştyarî û Wezareta Jîngehê re şand.”

Piştî raporên ku hatine belavkirin Şaredariya Şemzînanê beşek ji wê qirş û gilêşê paqij kiriye.

Lêbelê hîn jî beşeke zêde maye û niqaş li ser vê yekê ye ka kê ev qirş û gilêş avêtiye ser rê û diêvê kî paqîj bike.

“Di nava 10-15 rojan de dê hemû were paqihkirin”

Alîkarê Serokê Şaredariya Şemzînanê Arîf Yilmaz jî li cihê ku hatiye paqijkirin ragihand ku ew dê hemû hewlên xwe ji bo nehiştina van qirş û gilêşan bidin.

Arîf Yilmaz wiha pê de çû, “Me li vir wekî xuya dike xebatek kiriye û me beşek ji wê gilêşê paqij kiriye.

Bila karên me jî bêne dîtin. Em jî naxwazin ku navçeya me pîs bimîne.

Beşek jî maye em dê rojên pêşiya me wekî kempînek bi alikariya xelkê xwe dest bi paqijkiina mayî jî bikin.

Îneşllah heta 10-15 rojan dê hemû were paqijkirin.”

Devera ku qirş û gilêş lê hatine valakirin heman demê nêzîkî gundê Nehrî ye ku ew gund wekî cihekî olî û pîroz tê qebûl kirin û salan e gelek geştiyar diçin seradan gora Seyîd Taha.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst