Doza Tahîr Elçî: Sibe biryar tê dayîn
Hewlêr (Rûdaw) - Rûniştina biryarê ya doza parêzerê Kurd û serokê berê yê Baroya Amedê Tahir Elçiyê ku sala 2015an hatibû kuştin sibe ye.
Tevî ku di ser kuştina Tahîr Elçî re 9 sal derbas bûne jî heta niha li ser wê dozê ti biryar nehatiye dayîn.
Di çarçoveya dozê de 4 kes tên darizandin ku 3 ji wan polîs in.
Di dozê de kesê bi navê Ugur Yakişir ê ku nehatiye girtin û polîsên bi navên Sînan Tabur, Fuat Tan û Mesut Sevgî tên darizandin.
Ugur Yakişir bi daxwaza cezaya heta hetayê tê darizandin.
Di rûniştina berê de dozgerê doza Tahîr Elçî mutalaaya xwe pêşkêşî dadgehê kir û daxwaza beraeta 3 polîsên gumanbar kir.
Baroya Amedê li ser hesabê xwe yê Xê da zanîn ku rûniştina doza sibe saet 10:00an e û banga beşdarbûnê kir.
Çi bûbû?
Tahîr Elçî 28ê Çiriya Paşîna 2015an dema ku ji bo şermezarkirina hilweşandina Minareya Çarling a dîrokî ya li navçeya Sûrê daxuyanî dida medyayê di êrişeke çekdarî de gule li serê wî ketibû û canê xwe ji dest dabû.
Doza Tahîr Elçî piştî kuştina wî bi 5 salan hatibû vekirin û yekemîn rûniştina dozê 21ê Çiriya Pêşîna 2020î hatibû kirin.