DAIŞê li Kerkûkê êrîşî hêzên Iraqê kir; kuştî û birîndar hene

Hewlêr (Rûdaw) – Li Kerkûk a Başûrê Kurdistanê çekdarên DAIŞê êrîşî hêzeke artêşa Iraqê kirin û di encamê de 3 serbazên artêşa Iraqê ku 2 ji wan efser bûn hatin kuştin.

Derengiya şeva derbasbûyî çekdarên DAIŞê êrîşî ser hêzên Iraqê kirin û di êrîşê de 2 efserên artêşa Iraqê û serbazek hatin kuştin û 4 serbaz jî birîndar bûn.

Nûçegehanê Rûdawê yê Kerkûkê diyar kir ku derengiya şeva derbasbûyî çekdarên DAIŞê ji du aliyan ve êrîşî ser hêzên Iraqê yên li navçeya Telwerd a Kerkûkê kirine û di encamê de 2 efserên artêşa Iraqê û serbazek hatin kuştin, her wiha 4 serbaz jî birîndar bûn.

Piştî bûyerê hêzeke artêşa Iraqê û Heşda Şeibî çûne cihê bûyerê lê çekdarên DAIŞê reviyabûn.

DAIŞê di sala 2014an de tevahiya parêzgehên Neynewa, Selahedîn û Enbarê û beşeke Diyala û Kerkûkê bi dest xistibû. Piştî demekê ew parêzgeh ji destê DAIŞê hatibûn derxistin.

Serokwezîrê berê yê Iraqê Heyder Ebadî di 9ê Berfanbara 2017an de sefkeftina li dijî DAIŞê ragihandibû.