Tirkiyê nahyeya Şera ya Efrînê topbaran kir

Hewlêr (Rûdaw) - Zanyariyên xwecihî ji Herêma Efrînê, diyar dikin ku artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar ên alîgirên wê, şevê din gundê Malikiyê yê ser bi nahiyeya Şera ya Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê topbaran kirin.

Ji aliyekî din ve, derengî şeva bûrî, Artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar gundê Mieleq li gundewarê rojavayê nahiya Eyn Îsa topbaran kirin. Heta niha zanyarî di derbarê wê topbaranê de nehatine zanîn.

Piştî ragihandina amadehiya operasyoneke nû ji aliyê Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayip Erdogan ve topbaranên Artêşa Tirkiyê li ser Rojavayê Kurdistanê zêdetir bûn.

Her wiha grûpên çekdar ên ser bi Tirkiyê jî êrîşên xwe zêdetir kirine.