Li Sêrtê 2 perestyar ketin Çemê Mukusê: Yek mir yek jî wenda ye

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Berwarî ser bi parêzgeha Sêrtê ya Bakurê Kurdistanê 2 perestyarên ku bo seyranê çûbûn çolê, ketin çemê Mukusê û yekê ji wan canê xwe ji dest da û yek jî wenda ye.

Li gor agahiyan li mezra Bêdarê ser bi navçeya Berwariyê, 2 perestyarên girêdayî Rêveberiya Tendirûstiyê ya navçeyê, dema li seyranê bûne, lingê yekê ji wan şemitiye û ketiye nav Çemê Mukusê. Herwiha ji bo rizgarkirina hevala xwe perestyara din jî ketiye nav avê û ew jî li ber avê çûye.

Piştî lêgerîna tîmên Komelaya Karesat û Rewşa Awarte (AFAD) perestyarek bi birîndarî ji avê hatiye derxistin, lê ligel hemû midexaleyan canê xwe ji dest daye û perestyara din jî hê wenda ye.

Li gor agahiyan tîmên girêdayî AFADê lêgerina bo perestyara wenda berdewam in.