Li Bedlîsê çalakî bo dema 15 rojan tên sînordarkirin

11-06-2022
RÛDAW
Nîşan Bedlîs Qedexeya Çalakiyan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Parêzgariya Bedlîsê ragihand ku divê ji bo encamdana her cor çalakiyên weke meş, xwepêşandan, civînên çapemeniyê, grev, vedana kon û çalakiyên rûniştinê, yên li wê parêzgehê bo dema 15 rojan ji aliyên peywendîdar mohlet bê wergirtin.

Parêzgeariya Bedlîsê îro 10ê Hezîrana  2022ê  li ser malpera xwe ya fermî derbarê çalakiyên ku li wê parêzgehên tên kirin de daxuyaniyek belav kir.

Li gor daxuyaniya parêzgariyê divê ji bo encamdana her cor çalakiyên weke meş, xwepêşandan, civînên çapemeniyê, grev, vedana kon û çalakiyên rûniştinê, yên li Dêrsimê ji demjimêr 00.01ê 11ê Hezîrana 2022ê heta demjimrêr 23.59ê 25ê Hezîrana heman salê bo dema 15 roj mohlet ji aliyên peywendîdar bê wergirtin.

Di daxuyaniya parêzgariya Bedlîsê de hatiye îdîakirin ku ev biryar “bi armanca yekparçeyiya dewlet û netewe, rêgirtina binpênekirina maf û azadiyên kesên din, asayîşa xelkê û anîna aramiyê, rêgirtin li tawan, parastina maf û azadiyên xelkê” hatiye dayîn.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst