Davutoglu ji bo çareseriya pirsa Kurd 10 xal pêşniryar kirin

11-06-2022
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Partiya Pêşerojê Ahmet Davutoglu îro li bajarê Amedê yê Bakurê Kurdistanê, ji bo çareseriya pirsa Kurd 10 xal pêşniryar kirin.

Serokê Partiya Pêşerojê Ahmet Davutoglu îro Şemiyê 11ê Hezîrana 2022yan serdana Amedê kir û beşdarî komxebata partiya xwe ya bi navê "Avakirina Pêşeroja Me ya Demokratîk: Pirsgirêka Kurd" bû û tê de axaftinek kir û ji bo çareseriya pirsa Kurd 10 xal pêşniryar kirin.

Ahmet Davutoglu diyar kir ku niha cîhan di pêvajoyeke guherîneke mezin de ye û got: “Îro em bi hev re li Amedê li ser mijareke ku me hemûyan eleqedar dike nîqaş bikin.”

Davutoglu got, “Sala bê dê ji bo Tirkiyeyê bibe serdemeke dîrokî ya pir krîtîk. Em nizanin dê kengî hilbijartin bê kirin. Her çiqas hikûmet sala bê nîşan bide jî, xala ku ez hertim behs dikim ew e ku em nikarin li Tirkiyê ji 2 tiştan piştrast bin; yek kengê mirina me dê bê. Duyem hilbijartin dê kên çê be. Di demekê de ku civak bi heytehola hilbijartinê ve mijûl e, divê em ji bo ji nû ve avakirina sedsaliya pêş di nav hewldanan de bin.”

"Em hemû di heman çemî de diherikin"

Ahmet Davutoglu diyar kir ku wan di dema damezrandina Partiya Pêşerojê de netirsiya rûbirûbûna pirsgirêkên ku ev sed sal in berdewam dikin û guhdarkirina ji her cure ramanan ji xwe re wek prensîn danîne û got:  “Di nav damezrînerên Partiya Pêşerojê, hemû mezhebên etnîkî û  olî yên li Tirkiyê hene. Me demeke dirêj a amadekariyê hebû. Di nav me de hema bêje hemû nûnerên meylên îdeolojîk û siyasî yên 2 sedsalên dawî li Tirkiyê hene. Armanca me avakirina demokrasiyeke berfireh, mafên mirovan û azadiyan e, bêyî ku tu kesî li Tirkiyê ji holê rakin. Di kampa ku beriya avakirina xwe de em ketinê de me hemû pirsgirêkên Tirkiyê nîqaş kir. Di nava damezrînerên me de yên 12ê Îlonê yên li girtîgehê wekî çepgir û yên rastgir jî hebûn. Tirk hebûn û Kurd jî hebûn. Elewî û Sunnî hebûn. Di nav damezrînerên me yên Xiristiyan, Ermenî û Suryanî de jî misilman hebûn.”

“Me di nava xwe de pirsgirêka Kurd nîqaş kir”

Davutoglu got, “Dema ku me bi eşkereyî li ser hemû mijarên Tirkiyê axivî, di nav xwe de pirsgirêka kurd jî nîqaş kir. Me jî li hember tayînkirina qeyûman li ser mafên demokratîk di rêveberiyên herêmî de helwestek pir vekirî nîşan da. Beriya her tiştî pirsgirêkên me yên giştî yên demokratîkbûnê hene ku hemû pirsgirêkên demokratîkbûna Tirkiyeyê vedihewîne. Pirsgirêkên taybet ên welatiyên me yên Kurd jî hene.

Ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd pêşniyar

Davutoglu bi bîr xist ku par ji bo hemû pirsgirêkên li Tirkiyeyê bên nîqaşkirin di bin navê "Avakirina Hevpar a Pêşeroja Me ya Demokratîk" de pêvajoyek dan destpêkirin û di Cotmeha 2021an de li Wanê civîna xwe ya ewil li dar xistibûn û got ku ev hevdîtin dê bandora xwe li herêmên din jî nîşan bide.

Serokê Giştî yê Partiya Pêşerojê, anî ziman ku wan encamên civîna li Wanê ya bi sernavê "Hêmanên Bingehîn ên Pêvajoya Demokratîkbûna Nû" bi kurtasî ragihandin û li ser metna pêşniyarên çareseriyê wiha axivî.

1. Zîhniyeteke Nû: Zîhniyet û polîtîkayên dij-demokratîk ên ku pirsgirêka Kurd derxistiye holê, ji bo bîra dîrokî ya gelê me yê ku bi sedsalan bi hev re jiyaye, biyanî ne. Paradîgmaya otorîter a standardîzekirin, cihêkarî û ewlekarî ya ku di destpêka sedsala borî de bi bandora travmayên giran ên ku hatine jiyîn, gelek bedelên ku îro jî piştî sedsalê derbas dibe, derxist holê. Ji ber ku komara me dikeve 100 saliya xwe, sernavên pirsgirêkê yên sedsalek berê êdî nikarin hebûna xwe bidomînin. Ji bo çareseriya hemû pirsgirêkên me bi taybetî jî pirsgirêka Kurd, pêwîstî bi avakirina zihniyeteke nû heye ku li ser asta cîhanî, herêmî û neteweyî veguherîna radîkal li ber çavan bigire. Divê em rûpeleke nû vekin û pêvajoyeke nû bi rûbirûbûna xeletiyên berê bidin destpêkirin. Ev pêvajo avakirina Tirkiyeyeke tam demokratîk a ku dê aştiya me ya civakî û aîdiyeta hevpar pêk bîne pêşniyar dike.

2. Helwesteke Hevbeş û Xwecihî: Ji bo çareserkirina pirsgirêkên xwe, pêdiviya me bi zimanekî hevbeş û xwecihî heye ku ji hemû cudahiyên welatê me lixwe bigire. Li şûna ku em li paytextên din û modelên din li çareseriyê bigerin, em neçar in ku çareseriyek bêhempa ya ku xwe dispêre ezmûna mirovahiyê lê li gorî dînamîkên xwe bi pêş bixin. Di vê çarçoveyê de taybetmendiya herî bingehîn a pêvajoyek nû ew e ku li ser bingeha ezmûna vî welatî bi giştî û berhema dînamîkên herêm be.

3. Destûra Bingehîn a Sivîl, Azadîxwaz û Berfereh: Bingeha avakirina Tirkiyeyeke tam demokratîk, destûreke nû ya azadîxwaz e ku li ser bingeha maf û azadiyan hatibe avakirin. Divê di zûtirîn demê de Destûra Bingehîn a 12ê Îlonê ku dewletê ji xwe re esas dibîne û mirovan paşguh dike û li ser cudahiyên me gef e  were rakirin û destûreke nû ya sivîl, azadîxwaz û berfireh bê amadekirin. Rêza siyasî ya ku dê ev makezagon li ser bê avakirin, demokrasiyeke berfireh a li ser bingeha maf û azadiyan e. Divê Tirkiye li ser zemîneke destûrî ya nû ku ji aliyê naveroka xwe ve tevahiya civakê bigire nava xwe bikeve sedsala nû.

4. Azadiya Raman û Derbirînê: Azadiyeke tam a raman û derbirînê divê ruhê peymana civakî ya nû pêk bîne ku Tirkiye ber bi armanca demokrasiya tam ve bibe û aramî û xweşiya gelê me zêde bike. Di ciehekê ku azadiya ramanê tune be, mirov nikare pirsgirêkan nas bike, diyalogê pêk bîne û di navbera aliyên pirsgirêkan de empatiyê bike. Divê sîstema hiqûqî li ser esasê parastina azadiya raman û derbirînê ji nû ve bê birêxistinkirin û xweseriya hiqûqî û azadiya civaka sivîl û akademî bê garantîkirin.

5. Hemwelatîbûna Wekhev a li ser bingeha bêyî îmtiyazan û cudakarîyê: Em ji kîjan eslê xwe yê etnîkî, ol, mezheb û baweriya siyasî dibe bila bibin, em hemû hemwelatiyên birûmet û wekhev ên Komara Tirkiyê ne. Prensîba ku em dipejirînin, prensîba hemwelatiya wekhev e. Tu kes xwediyê tu îmtiyaz û îmtiyazên taybet nîn e û tu kes nikare bê cudakirin. Pirdengî  û pirrengî ne barekî ku tê hilgirtin, berevajoyê wê bingehek e ku divê were parastin.

6. Muxatabiya Berfereh: Muxatabê pirsgirêka Kurd hemû welatiyên me, partiyên me yên siyasî û civaka medenî bi hemû pêkhateyên xwe ve ye. Divê pirsgirêka Kurd li ser esasê baweriyê be, ne bêbaweriya dualî ya hemû aliyan. Pirsgirêka Kurd li Tirkiyê divê bibe rojeva sereke ya her partiyeke siyasî, ne yek partiyeke siyasî ji bilî avakirina Tirkiyeyeke tam demokratîk ku welatiyên me yên Kurd bi rûbirûyê ti astengiyên aborî, siyasî û çandinê nebe, ti çareserî nîne.

7. Bikaranîna Zimanê Dayikê di Perwerde û Jiyana Civakî de: Fêrkirina zimanê dayikê û bikaranîna wî di perwerde û jiyana civakî de mafê herî bingehîn û xwezayî yê mirovan e. Kes nikare zimanê xwe yê zikmakî hilbijêre û kes nikare zimanê zikmakî yê yekî din qedexe bike. Ji bilî Tirkî ku zimanê me yê fermî yê hevpar e, mafê her kesî heye ku bi zimanê xwe yê zikmakî fêr bibe û di jiyana ferdî û civakî de bikar bîne. Di çarçoveya vê divê dewlet guhertinên pêwîst bike. Nayê qebûlkirin ku zimanê Kurdî ku yek ji zimanên sereke yên welatê me yee, wek zimanekî biyanî yan jî nenas bête dîtin. Her çend zimanê me yê fermî Tirkî be jî, lê bikaranîna Kurdî di warên xizmetguzariyê de dê bandoreke hevgirtinê bike. Divê hemû astengên îdeolojîk û qanûnî yên li pêşiya bikaranîna Kurdî bêne rakirin.

8. Rêveberiyên Herêmî yên Demokratîk: Ji bo sîstemeke rêveberiya herêmî ya bi fonksîyonel û demokratîk, divê hemû rê û rêbazên qanûnî yên ku destûrê dide pêkanînên zordestî yên hikûmeta navendî li ser rêveberiyên herêmî, bi taybetî jî xala 127an a Destûra Bingehîn bê rakirin. Divê rêveberiyên herêmî li hemberî sîstemeke hiqûqî ya demokratîk û welatiyan berpirsyar bin. Di vê çarçoveyê de em li dijî pratîka KCKê ya ku li ser hilbijartiyan wesayeteke vekirî ye û li dijî pêkanînên qeyûman ên li dijî hiqûqa demokratîk in. Bêyî biryara darazê ji kar dûrxistina şaredarên hatine hilbijartin nayê qebûlkirin. Divê li şûna qeyûmê ku bi biryara dadgehê ji wezîfeyê hatiye dûrxistin yek ji endamên meclîsa şaredariyê bê hilbijartin.

9. Kurdên Derveyî Sînor: Divê Tirkiye weke prensîbeke bingehîn ragihîne ku di bin ronahiya hişyarî û berpirsyariyê de bi hemû dîrok û gelên xwe yên li derveyî sînorên xwe re di nava têkiliyê de be. Em li Kurdên li welatên cîran di çarçoveya vê prensîba giştî de dinêrin. Siberoja Kurdên li ser sînor dijîn, divê ne ji destê hêzên emperyalîst û ne jî rêxistinên terorê neyên hiştin. Weke Tirkiye, berpirsiyarî û erka me ew e ku li şûna ku em Kurdên li derveyî sînorên xwe weke metirsî bibînin, wek hemû hevwelatiyên me yên din ên birûmet pêşwaziyê li wan bikin.

10. Stratejiyek Nû ya Pêşketina Civakî-Aborî: Krîza aborî ya ku di van demên dawî de kûrtir bûye, bûye sedem ku ciwan ji herêmê derkevin û ne tenê li bajarên mezin her ku fersenda wan hebe, koçî derve jî dikin. Li dijî vê geşepêdana bi fikar, divê bernameyeke berfireh a geşepêdana civakî-aborî bê meşandin. Stratejiyek nû û berfireh a veguherînê ya li ser bingehên pêşîn ên wekî piştgirîkirina cotkarên ciwan di warê çandinî û sewalkariyê de, veguhertina zanîngehan bo navendek teknolojiya herêmî ya ciddî bi veberhênanên zanistî yên jêhatî, damezrandina bingehên hilberînê di beşên ku herêm xwedî avantajên berawirdî ye, û zêdekirina kapasîteya hinardekirina herêmê bi welatên derdor re bê sepandin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst