Erdogan li Wanê: Kê ji we xwest ku hûn pêvajoya çareseriyê bi dawî bikin?

11-06-2022
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan li parêzgeha Wanê ya Bakurê Kurdistanê ji xelkê wî bajarî xwest ku ew ji siyasetmedarên di nav HDPê de bipirsin: “Kê ji we xwest ku hûn pêvajoya çareseriyê bi hilgirtina çekan bi dawî bikin?"

Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan îro Şemiyê 11ê Hezîrana 2022yan di merasîma vekirina girseyî ya li Qada Beşyolê ya Wanê de  axivî.

Recep Tayyîp Erdogan diyar kir ku piştî sal û nîvekê vegeriya Wanê û got, “Ji balafirgehê heta vir dîtina bi deh hezaran kesî ji bo me kêfxweşiyeke taybet bû. Wan dê bi rengî hin aliyan di rê de bi tenê bihêle. Ji birînên erdhejê heta têkoşîna li dijî terorê em her tim ligel we bûn. Di avêtina gavên demokrasî û pêşketinê de em her tim bi Wanê re mil bi mil rawestiyane."

Erdogan got, "Hûn baş dizanin ku yên bi salan hestên paqij ên gelê Wanê îstîsmar kirin, her tim zirarê didin vî bajarî. Ava Wanê qut kirin. Divê kê ev pirsgirêkê çareser bike? Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê. Me pirsgirêka ava Wanê çareser kir? Min digot mafê kesî tune ku birayên min ên Kurd li vir bê av bihêle û me ev pirsgirêk çareser kir. Ji dema ku em hatin hikûmetê, ji bo pêşxistina Wanê me gelek xebat kir. Gelek hukûmet hatin û çûn, lê yekê jî Wan bi vî awayî pêş nexistin. Bila rewşa niha ya vî bajarî ya 30 sal berê nihao bidin ber hev.”

Erdogan diyar kir ku ew şeva erdheja Wanê li vir bû û wiha pê de çû: “HDP li ku bû? Kesên ku digotin ez Kurd im li ku bûn? Ji bo me tu ferqa birayên me yên kurd û yên tirk tune ye. Em cudakariyê nakin. Me îro nekiriye, duh jî em dê sibe jî nekin. Em Kurd in, Tirk in, Çerkez in, Ereb in... Cudabûneke wiha tune. Em ji bo Xwedê ji her kesî hez dikin."

Serokomarê Tirkiyê diyar kir ku li Wanê di 20 salên dawî de hikûmetê 38 milyar lîre veberhênan kiriye û wiha got: “Me di perwerdehiyê de 9682 polên nû çêkirin. Me avahiyên wargehê vekirin. Me 54 tesîsên werzîşê çêkirin. Me bi 11 milyar lireyî piştgirî da welatiyên xwe yên hewcedar ên Wanê. Me 103 navendên tenduristiyê çêkirine ku 19 ji wan nexweşxane ne. Piştî erdhejê me 25 hezar xanî, avahiyên giştî, dibistan û mizgeft çêkirin û radestî xwediyên wan kirin. Xebatên me berdewam in. Em amadekariyên xwe yên ji bo erdhejên li herêmên xeternak didomînin."

Pirsa “Kê ji we xwest ku hûn pêvajoya çareseriyê biqedînin?”

Erdogan amaje bi  siyasetmedarên di nav HDPê de kkir û got: “Her cara ku hûn wan kesên devê wan vedikin, ku nasnameya we îstîsmar dikin, stûyê wan bigrin û bipirsîn `kê ji we xwest ku hûn pêvajoya çareseriyê bi hilgirtina çekan bi dawî bikin?"

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst