Li Colemêrgê çûn û hatin hat sînordarkirin

Hewlêr (Rûdaw) – Parêzgariya Colemêrgê bi hinceta ku dê hinek kes hewil bidin derbarê rêberê girtî yê Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) de çalakiyan li wê parêzgehê bikin, bo dema 3 rojan li çend cihên sereke yên Colemêrg û navçeyên wê çûn hatin sînordar kir.

Parêzgariya Colmêrgê bi daxuyaniyekê ragihandiye ku li çend cihên sereke yên wê parêzgehê ji demjimêr 00.01ê 10ê Hezîrana 2022ê heta demjimêr 23.59ê 12ê Hezîrana heman salê li navenda bajar û navçeyên Colemêrgê  bo dema 3 rojan çûn û hatin hatiye sînordarkirin.

Parêzgariya navborî di daxuyaniya xwe de îdia kiriye ku dê li bajarê Bursa yê Tirkiye bo balkişandina ser rewşa tecrîdê ya rêberê girtî yê PKKê Abdullah Ocalan çalakî bên kirin û ragihandiye ku hinek alî dê xelkê bo beşdarbûna vê çalakiyê han bidin û ji ber vê yekê ew sînordarkirin hatiye ragihandin.

Ev di demekê de ye biryar e Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) sibe Yekşemê 12ê Hezîrana 2022ê li navçeya Gemlikê ya Bursayê meşekê pêk bîne û li gor daxuyaniyên berpirsên HDPê meş bo balkişandina ser rewşa tecrîdê ya Ocalan tê kirin.