Hêro Mêmarî: Li Rojhilatê Kurdistanê rêjeya zarokên Kolber zêde bûye

Hewlêr (Rûdaw) - Li ser rewşa zarokan û karkirina wan li Rojhilatê Kurdistanê, Çalakvana Warê Jin û Zarokan, Hêro Mêmarî ji Rûdawê re ragihand, li seranserê Rojhilatê Kurdistanê zêdetir ji 20 hezar zarokên karker hene û ji ber bilidnbûna bihayê kelûpelên xwarinê, rêjeya zarokên kolber gelekî bilind bûye.

Çalakvana Jin û Zarokan Hêro Mêmarî beşdarî bultena Rûdawê bû û rewşa zarokên karker ên li Rojhilatê Kurdistanê nirxand.

Çalakvana Jinan û Zarokan Hêro Mêmarî diyar jî kir ku temenê zarokên karker ji 8 salan kêmtir bûye û daketiye 5 salî jî, li Sine 1000 zarok, li Tehranê jî 4 hezar zarok li nava zibil de digerin ji bo debara jiyana xwe.

Derbarê sedema karkirina zarokan li Rojhilatê Kurdistanê wê Çalakvana Warê Jinan û Zarokan got, “Herî zêde zarokên ber serperişt yan jî ewê bed serperişt ku cihê mana wan ne guncaw e, ji ber ku dê û bavê wan tûşî madeyên hişbir bûne û li navendên çareseriyê ne ku dibe sedema xirabiya abûrî û di vê rewşê de, zarokên wan tûşbûyên madeyên hişbir, bûye sedema zêdebûna karkirina zarokan.”

Hêro Mêmarî herweha behsa wê yekê kir ku zêdebûna hejmara derçûyên zanîngehan ên bêkar, bûye sedem ku hezkirina daxwaza zarokan li ser xwendinê nemîne, û tekez jî kir ku ji ber xerckirina pereyeke zêde li ser bernameya etomî û terxannekirina pere ji bo perwerdekirina zarokan, yek ji sedemên karkirina zarokan e.

Mêmarî diyar kir “Ew malbatên ku dê û bav ji hev cuda bûne, yan jî tûşbûyên madeyên hişbir in, yan jî yek ji serperiştên malbatê nexweş in, zarokên wan neçar bûne ku kar bikin bi taybetî li navçeyên sînorî ku zarok neçar bûne karê kolberiyê di nava berf û sermaya zivistanê de bikin. Zarokekî birçî, çawa dikare matematîk û wênekêşî û werzişê bike.”