ÎDDÎA - Berpirsê Kampa Mexmûrê di êrişeke MITê de jiyana xwe ji dest da

11-06-2021
RÛDAW
Nîşan MIT Hasan Adir Kampa Mexmûrê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li gorî medyaya Tirkiyê, Berpirsê Kampa Mexmûrê ya koçberên Bakurê Kurdistanê Hasan Adir, li nêzikî kampê di êrişeke MITê de jiyana xwe ji dest daye.

Li gorî zanyariyên ku hatine belavkirin, Hasan Adir berpirsê PKKê û KCKê yê Mexmûrê bûye û bi operasyonekî taybet li nêzîkî kampê hatiye armancgirtin ku di lîsteya sor a Tirkiyê de bûye.

“Di bin çavdêriya MITê de bû”

Li gor zanyariyên ku wê ajansa navborî belav kirine, Hasan Adir ê bi nasnavê “Salih Cîzre” ev demek e di bin çavdêriya MITê de bû.

Ajansa Anadoluyê, dibêje, MITê li nêzikî kampê Hasan Adir kiriye armanc û di wê êrişê de jiyana xwe ji dest daye. Lê cihê lê bûyer çê bûye, nehatiye diyarkirin.

Qaymeqamî û Rêveberiya Asayişa Mexmûrê têkildarî mijarê ji Rûdawê re ragihand ku di êrişeke asmanî li Mexmûrê çê nebûye.

Herwiha derbarê vê bûyerê de heya niha PKKê jî ti daxuyaniyek nedaye û ev nûçe piştrast nekirine.

Gef û êrişên Tirkiyê li ser Kampa Mexmûrê

Ev yek di demekê de ye ku Tirkiyê van heyamên dawîn gef û êrişên xwe li ser kampa koçberan a Mexmûrê zêde kirine.

Piştî zêdebûna gefên Tirkiyê, Şêwirmendê Asayişa Niştimanî ya Iraqê Qasim Erecî derbarê kampa Mexmûrê de li gel Wezareta Navxwe û Lijneya Karûbarên Penaberan a Parlamentoyê civiya.

Di civînê de biryar hat dayîn kombûneke bilez derbarê kampa Mexmûrê de li gel aliyên peywendîdar û Nûnera Sekreterê Giştî yê Netewên Yekbûyî (NY) bê sazirin.

Civîn bi wê mebestê ye ku çareseriyeke guncaw bê dîtin bo çawaniya serederiya li gel dosyeya mirovî ya kampa Mexmûrê û gotûbêj li ser rewşa emnî û xizmetguzariyên rûniştvanên kampê bê kirin.

Tirkiyê Kampa Mexmûrê bombebaran kiribû

Çend roj berî niha, firokeyên bêfirokevan ên Tirkiyê kampa Mexmûrê bombebaran kiribûn û di encamê de 3 kesan jiyana xwe ji dest dabûn û 3 kes jî birîndar bûbûn.

Ew êriş jî piştî wî yekê hatibû, Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan hefteya derbasbûyî gefa êrişekê bo ser Mexmûrê xwaribû û gotibû, ew herî kêm bi qasî Qendîlê girîngiyê bi Mexmûrê jî didin.

Li ser pirseke derbarê Qendîlê de Serokomarê Tirkiyê amaje bi wê kiribû ku “du qendîl hene yek li Iraq û yek li Îranê, tevî ku aliyê li Îranê gelek lêdan li ser çê bû, ti encamek nehat wergirtin” got, “Piştî wê Qendîla duyem wek armanc hat diyarkirin.”

Di dewama gotinên xwe de Erdogan diyar kiribû, ew herî kêm bi qasî Qendîlê girîngiyê bi Mexmûrê jî didin û ew Mexmûrê wek hêlîna PKKê dibînin ku “li navenda bajar mezin dibe” û eger ew destwerdanê nekin dê tim berfireh bibe.

Wezîrê Berevaniya Tirkiyê Hulusî Akar jî berî niha gotibû ew hewl didin di meselaya Mexmûrê de hevahengiyê li gel “birayên xwe yên Iraqî” bikin.

Akar meha Nîsanê jî di daxuyaniyekê de rexne li hebûna gerîlayên PKKê li Mexmûr û Şingalê girtibûn û gotibû, ew çaverê dikin ku “tişta pêwîst” bê kirin.

Herwiha herî dawî jî Wezîrê Derve yê Tirkiyê kampa koçberan a Mexmûrê wek “hêlîna PKKê” binav kiribû û gotibû, “Divê çareseriyek bê dîtin. Bi vê sedemê em dibêjin an em hevkarî bikin an jî bihêlin em paqij bikin.”

Balyoza Amerîkayê ya li NYê nerazîbûn nîşan dabû

Balyoza Amerîkayê li Netewên Yekbûyî (NY) Linda Thomas-Greenfield derbarê êrişa li ser kampa koçberan a Mexmûrê li hejmara xwe ya Twitterê daxuyaniyek belav kiribû û aşkere kiribû ku wan ji Tirkiyê re zelal kiriye ku armancgirtina xelkê sivîl ê kampa Mexmûrê binpêkirina hiqûqa navdewletî û mafên mirov e.

Linda Thomas-Greenfield, her di wê peyama xwe de gotibû, “Em nîgeranin ji tundûtûjiya li nêzikî Kampa Mexmûrê û em daxwaz ji hemû aliyan dikin rêz li mafên penaberan bigirin."

Li kampa Mexmûrê xelkê gundên sînorî yên Bakurê Kurdistanê dimînin ku ji ber êrişên Tirkiyê koçber bûne û kamp di bin çavdêriya Netewên Yekbûyî (NY) de ye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst