Serokwezîrê Yunanê serdana Herêma Kurdistan û Iraqê dike

11-06-2021
RÛDAW
Nîşan Herêma Kurdistanê Iraq Yunan Kurd Weberhênan Kyriakos Mitsotakis Mesrûr Barzanî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Kurdistanê di dirêjiya serdana xwe ya bo çend welatên Ewropayê de, li Atînayê li gel Serokwezîrê  Yunanê civiya. Serokwezîrê Yunanê aşkere kir ku ew dê di demeke nêzîk de serdana Herêma Kurdistan û Iraqê bike.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro li Atînaya paytexta Yunanê li gel Serokwezîrê Yunanê Kyriakos Mitsotakis kom bû.

Li gor daxuyaniya Serokwezîriyê, di civînê de pêşxistina peywendiyên Herêma Kurdistan û Yunanê û dawîn pêşhatên li Iraq û navçeyê hatin gotûbêjkirin.

Li gor daxuyaniyê, Mesrûr Barzanî daxwaza Herêma Kurdistanê ya zêdetir pêşxistina peywendiyên li gel Yunanê dûpat kir, bi taybetî jî di warê weberhênan û alugorî bazirganî.

Serokwezîrê Yunanê jî di civînê de kêfxweşiya xwe li hember serdana bilind a Herêma Kurdistanê bo Yunanê nîşan da.

Herwiha di daxuyaniyê de hatiye, Serokwezîrê Yunanê amadebûna welatê xwe bo pêşxistina peywendiyan di her warî de li gel Herêma Kurdistanê nîşan da û amaje bi wê kir, ku van nêzîkan ew dê li gel şandeke bilind a ji hikûmet û weberhênerên Yunanê, serdana Iraq û Herêma Kurdistanê bike.

Peywendiyên di navbera Herêma Kurdistanê û hikûmeta federalî, dawîn pêşhatên li navçeyê, rûbirûbûna gef û metirsiyên teror û şerê DAIŞê beşek ji wan mijaran bûn ku di civînê de gotûbêj li ser hatin kirin.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst