Dadgehê îtîraza Leyla Guven red kir

11-06-2021
RÛDAW
Nîşan Leyla Guven Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) HDP Kurd Tirkiye
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Dadgeha Pêdeçûnê ya Amedê îtîraza Hevseroka KCDê Leyla Guven red kir û cezayê wê ya 22 sal û 3 meh zindanê pesend kir.

Îro Înê 11ê Hezîrana 2021, Dadgeha Pêdeçûnê ya Amedê îtîraza parêzerên Leyla Guven parlamentera berê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) red kir û heman cezayê berê yê dadgehê ku li ser wê siyasetvana Kurd hatibû sepandin, pesend kir.

9mîn Dadgeha Cezayê Giran Amedê roja 21ê Kanûna 202an bi îdîaya "endametiya rêxistinê" 14 sal û 3 meh, bi îdîaya "propagandaya bo rêxistinê" 2 caran her carê 4 sal bi giştî 22 sal û 3 meh bi ser Leyla Guven de sepandibû.

Guven her heman rojê derengiya şevê ji aliyê hêzên ewlekariyê yên Tirkiyê ve hatibû girtin û bo girtîgehê hatibû şandin.

Guven bi hinceta ku biryara dadgeha xwecihî ne di cih de ye, serî li Dadgeha Edliyeyê ya Herêmê dabû. Parêzerên Guven daxwaz kirin ku biryara dadgeha xwecihî bê betalkirin û ji ber ku dema darizandinê dewam dike, ew bê berdan.

Duyemîn Daîreya Cezayê ya Dadgeha Edliyeyê ya Herêmî ya Amedê serlêdan ji esasê ve red kir.

Piştî ku Dadgeha Îstînafê jî biryar pejirand, Guven dikare li Dadgeha Bilind serlêdana temyîzê bike.

Leyla Guven pêştir di 31 Çileya 2018an de jî hatibû zindanîkirin.

Di hilbijartinên giştî yên Tirkiyê yên herî dawî de ku roja 24ê Hezîrana 2018an hatibû lidarxistin, Leyla Guven tevî ku di zindanê de bû, li ser lîsteya HDPê ji bazneya Colemêrgê weke parlamenter hatibû hilbijartin, lê hikûmeta Tirkiyê ew berneda.

Leyla Guven piştre di girtîgehê de ji bo rakirina tecrîda li ser rêberê PKKê yê girtî Abdullah Ocalan dest bi greveke birçîbûnê ya hişk kiribû, ku di 79mîn roja grevê de hat berdan û di 200mîn roja greva xwe de jî li ser daxwaza Ocalan, dawî li greva xwe anî.

Piştî derbasbûna salekê di ser hilbijartinan re, Leyla Guven roja Çarşemê 10ê Temûza 2019 di civîna parlamentoya Tirkiyê de amade bû û sonda qanûnî xwar û bi fermî wek parlamentera HDPê dest bi karê xwe kir.

Roja 4ê Hezîrana 2020, parlamentoya Tirkiyê bi tohmeta endametî û propagandaya bo PKKê, parêzbendî li ser Leyla Guven rakir. Rojek piştî rakirina parêzbendiyê, Guven careke din ji aliyê polîsên Tirkiyê ve hat girtin û bo girtîgeha tîpa D a Amedê hat şandin, lê piştî heftiyekê hat berdan.

Leyla Guven ji 22ê Kanûna 2020an ve li girtîgehê ye û niha li zindana jinan a li parêzgeha Xarpêt a Bakurê Kurdistanê ye.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst