Asya Abdullah: Hevgirtina jinên Rojava piştgirî ye bo yekrêziyê

Hewlêr (Rûdaw) - Endama Konseya Kongreya Star Asya Abdullah tekez kir ku hevgirtina jinên Rojavayê Kurdistanê dibe gaveke piştgiriyê ji bo yekrêziya Kurdan.

Li Qamişloya Rojavayê Kurdistanê Yekemîn Kongireya Encûmena Jinên Bakurê Rojhilatê Sûriyê birêve çû.

52 rêxistinên jinên Rojavayê Kurdistanê û Bakur Rojhilatê Sûriyê di Yekemîn Kongireya Encûmena Jinên Bakurê Rojhilatê Sûriyê de beşdar bûn.

Endama Konseya Kongreya Star Asya Abdullah derbarê girîngiya wê kongreyê û rola jinan li Rojayê Kurdistanê ji Rûdawê re axivî.

Endama Konseya Kongreya Star li ser mijar û rojeva Kongireya Encûmena Jinên Bakurê Rojhilatê Sûriyê got, ew rewş û dawîn pêşhatên li Rojavayê Kurdistan, Sûriye û navçeyê gotûbêj dikin û “wek encûmen hem di warê siyasî û hem jî civakî, em piştgiriya diyalog û peywendî hemû pêkhateyan dikin.”

Asya Abdullah tekezî li ser girîngiya rola jinan kir di nav civakê de û got ku hevgirtina jinên Rojavayê Kurdistanê dibe gaveke piştgiriyê ji bo diyaloga aliyên Kurdî û got, “Eger diyaloga Kurdî xurt bibe ev bandora xwe li ser hemû pêkhateyan dike û eger di navbera pêkhateyên din de diyalog xurt be, ev bo Kurdan jî baş e.”