Hewlêr (Rûdaw) -Rêveberatiya Polîsê Silêmaniyê daxuyaniyek derbarê aloziyên şeva borî belavkiriye û dibêje, bi ti awayekê teqe li bargeha sereke ya Tevgera Goranê nehatiye kirin û tenê pirsgirêk di navbera hejmarek ji çekdaran û zêrevanên Nexweşxaneya Enwer Şêxe derketiye.
Rêveberatiya Polîsên Silêmaniyê dibêje saet 1:30 şeva borî alozî di navbera hejmareke çekdaran û zêrevanên Nexweşxaneya Enwer Şêxe derketiye, wan çekdaran xwestine bi zorê derbasî nava nexweşxaneya bibin û êrîşî ser zêrevanên nexweşxaneya kirine.
Li gor daxuyaniya Polîsên Silêmaniyê piştî ku çekdaran xwestine bi zorê derbasî nava nexweşxaneya bibin alozî derketiye ku dûr e ji bargeha Goranê û di encamê de welatiyê bi nave (R.F) birîndar bûye , di vê demê de hêzên polîs gihane cihê bûyerê û birîndar bû xestexaneyê veguhestine lê ji ber giraniya birînê wî cane xwe ji dest daye.
Li gorî lêkolînên destpêkê yên polîs diyar bûye ku bi ti awayekê teqe li baregeha Goranê nehatiye kirin û tenê pirsgirêk di navbera çekdaran û zêrevanên nexweşxane de bûye.
Polîs dibêje lêkolîn li ser vê bûyerê berdewam e û piştre dê tevahiya hûrgiliyan bo welatiyan eşkere bikin.
Li gor berprisên Tevgera Goranê, ji ber medyaya wan raportek derbarê çend kesên YNKê de amade kiriye, şeva borî gule li Girê Zergete li binkeyê sereka ya Goranê hatin berdan û ji ber wê jî zîrevanekî Girê Zergete yê Gorran jiyana xwe ji dest da.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse