Rûsyayê hişyarî da: Eger heye bihayê petrolê heta bi 30 dolaran dakeve

11-06-2019
RÛDAW
Erebistana Siûdiye hewl dide nehêle bihayê petrolê dakeve asta 30 dolaran
Erebistana Siûdiye hewl dide nehêle bihayê petrolê dakeve asta 30 dolaran
Nîşan Rûsya Erebistana Siûdiyê Petrol OPEC
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Rûsya hişyariyê dide dibêje, eger rêkeftina OPEC û veberhênerên derveyî OPECê ku wek OPEC plus tê naskirin heta şeş mehên din neyê dirêjkirin, wê demê eger heye bihayê petrolê heta bi 30 dolaran dakeve.

 

Wezîrê Enerjiyê yê Rûsyayê Alexander Novak li Moskowê di civînekê de ligel hevtayê xwe yê Siûdiyê Xalid Falih, hişyarî da ku rêjeyeke zêde ya petrolê tê berhemanîn û ji ber vê yekê jî egera daketina bihayê petrolê zêde ye.

 

Wezîrê Enerjiyê yê Rûsyayê Alexander Novak got: “Ev senaryo ye, daketina bihayê petrolê bo 30 dolaran, nabe liber çav neyê girtin. Ev jî bi xwestek û xistina bazarê ya petrolê ve girêdayî ye di çarîka sêyem û çarem de. Şerê bazirganî jî bandoreke zêde li bazara petrolê dike."

 

Biryar e berhemhênerên OPEC û derveyî OPECê destpêka meha Tîrmehê bi armanca gotûbêjkirina rêkeftina xwe li Vieyanyê bicivin ku destpêka îsal ket warê cîbicîhkirinê. 25 berhemhênerên petrola OPECê û derveyî OPECê destpêka îsal lihev kirin ku rojane 1 milyon û 200 hezar bermîl petrol kêmtir bixin bazarê.

 

Wezîrê Enerjiyê yê Rûsyayê Alexander Novak  jî got: “Îro metirsiyeke mezin a zêdebûna xistina bazarê ya petrolê li pêş e. Em neçar in hemû fakterekî gotûbêj bikin. Di meha şeşê de bi hûrî çavdêriya bazarê dikin daku biryareke rast di meha heftê de bidin."

 

Wezîrê Enerjiyê yê Erebistana Siûdiyê Xalid Falih di civîna ligel Novak de got, li ser wan pêngavan radiwestin ku rêgiriyê li daketina behayê petrolê bo asta 300 dolaran dikin. Hevdem Wezîrê Darayî yê Rûsyayê Anton Siluanov di gotarekê de li ber Dumaya Rûsyayê ragihand ku egera daketina behayê petrolê bo asta 40 dolar û herwiha 30 dolaran jî di rojevê de ye.

 

Kêmbûna petrola Îran û Vanezuelayê li bazarên cîhanê nebûne sedema kêmbûna petrolê di warê xistina bazarê de. Berevajiya wê ji ber kêmbûna xwesteke li ser petrola xav, niha bazara petrolê ne hevseng e û behayê petrolê jî hemû qezencên îsal ji dest daye û vegeriya asta xwe di meha yekem a îsal de.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst