Hadî Amirî pîrozbahî li Nêçîrvan Barzanî kir

11-06-2019
RÛDAW
Nîşan Kurdistan Iraq Hadî Amirî Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Sekreterê Giştî yê Rêxistina Bedir, Hadî Amirî di peywendiyeke telefonî de pîrozbahî li Nêçîrvan Barzanî kir û hêvî kir, hilbijartina wî weke Serokê Herêma Kurdistanê bibe sedema pêşveçûna peywendiyên navbera Hewlêr û Bexdayê.

 

Hadî Amirî di vê peywendiya telefonî de li îro Sêşemiyê hate encamdan, herwiha hêvî kir ku Nêçîrvan Barzanî di erkê xwe yê nû de serkeftî be.

 

Amirî herwiha hêvî kir, wergirtina posta Serokê Herêma Kurdistanê ji aliyê Nêçîrvan Barzanî ve bibe sedema seqamgîrî û bêtir pêşketina Herêma Kurdistanê û Iraqê bi giştî, û herwiha hevahengî û hevkariya navbera Hewlêr û Bexdayê ji bo çareserkirina pirsgirêkan û rûbirûbûna terorê baştir bike.

 

Serokê Herêma Kurdistanê, Nêçîrvan Barzanî jî spasiya vê peywendiya telefonî û pîrozbahiya Hadî Amirî kir û tekezî li ser hevkarî û hevahengiya zêtir a Herêma Kurdistanê û hikûmeta federal, û çareserkirina pirsgirêkan bi rêya diyalog û gotûbêjan kir.

 

Piştî ku roja 28ê Gulanê, Nêçîrvan Barzanî ji aliyê Parlamentoya Kurdistanê ve bi piraniya dengan weke Serokê Herêma Kurdistanê hate hilbijartin, gelek serok, serokwezîr, wezîrên derve û rayedarên din ên welatên cîhanê û navçeyê, herwiha berpirsên pilebilind ên Kurdistan û Iraqê, bi peyam an peywendiyên telefonî pîrozbahî li wî kirine.

 

Nêçîrvan Barzanî duh Duşemî 10ê Hezîrana 2019ê jî di merasimeke mezin de li bajarê Hewlêrê û bi amadebûna 1200 mêvanên cîhanî, Kurdistanî û Iraqî, sonda yasayî xwar û bi fermî weke Serokê Herêma Kurdistanê dest bi kar kir.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst