Kantona Efrînê ji YE û NY garantî xwast
Hewlêr (Rûdaw) - Rêveberiya Xweser a Efrînê li Rojavayê Kurdistanê, daxwazê ji Yekîtiya Ewropa û Komisyona Bilind a Penabran a Neteweyên Yekgirtî dike, ku garantiyan bidin, daku koçberên Efrînê vegerin nav bajarê xwe.
Di daxuyaniyeke nivîskî de, Rêveberiya Xweser a Efrînê eşkere kir, xelkê Efrînê ku ji ber êrîşa Tirkiyê û aliyên çekdar ên girêdayê wê ji malên xwe derketibûn û niha li navçeya Şehbayê dimînin, di rewşeke gelek xerab de ne.
Rêveberiya Xweser a Efrînê dibêje, heta niha ti saziyeke navdewletî alîkarî pêşkêşî koçberên Efrînê nekiriye.
Herwiha di vê daxuyaniyê de, Rêveberiya Xweser a Efrînê daxwazê ji Yekîtiya Ewopa, Komisyona Bilind a Penabran a Neteweyên Yekgirtî û saziyên mafên mirovan dike, ku bilez destwerdanê bikin, û bi erkê xwe li hember xelkê Efrînê rabin.
Rêveberiya Herêma Efrînê herwiha ji YE û NY daxwaza garantiyê dike, daku bikaribin vegerin nav malên xwe û hebûna Tirkiyê jî li Efrînê bi dawî bibe.
Herêma Efrînê ji roja 18ê adara îsal ve di bin kontrola Artêşa Tirkiyê û çekdarên opozisyona Sûriyê de ye.
Artêşa Tirkiyê û çekdarên opozisyona Sûriyê yên girêdayî Tirkiyê di 20ê çileya 2018an de dest bi operasyona Çiqlê Zeytûnê bo ser herêma Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê kiribûn û piştî 58 rojan ji şer, di 18ê Adarê de navenda bajarê Efrînê xistibûn bin kontrola xwe.