Yekem xwendekarên beşa Zazakî derçûn…

Dêrsîm (Rûdaw) – Beşa Zazakî ya Zanîngeha Dêrsîmê îsal yekem derçûyên xwe dide.

 

Li hinek zanîngehên Bakurê Kurdistanê beşên zaraveyên Kurdî Kurmancî û Zazakî (Kirmanckî/Kirdkî/Dimilkî) hatibe vekirin jî heta niha zimanê Kurdî nebûye zimanê perwerdeyê.

 

Li Zanîngeha Dêrsîmê bi tevlîbûna bi hezaran xwendekaran ahenga derçûnê hat sazkirin.

 

Xwendekaran dîplome û şehadeyên xwe yên derçûnê ji destê mamostayên xwe wergirtin.

 

Zanîngeha Dêrsîmê di sala 2008an de hatiye avakirin. Beşa Zazakî ya vê zanîngehê jî îsal yekem mezûn û derçûyên xwe dide.

 

Mamostayên Beşa Zazakî mezûnbûn û gihêştina mamostayên Zazakî wekî rojeke dîrokî bi nav dikin.

 

Daxwaza bingehîn a derçûyên Beşa Zazakî ew e ku Zazakî li dibistanan bibe zimanê perwerdeyê. Daku ew jî wekî mamosta bên erkdarkirin.

 

Ji Beşa Zazakî îsal 30 kes kes mezûn dibin. Ji bo mamostatiyê amade ne. Lê belê bi egereke mezin piraniya wan vala dimînin. Ji ber ku heta niha Zazakî jî Kurmancî jî li Bakurê Kurdistan û Tirkiyê nebûne zimanê perwerdeyê.