BAŞÛR – Li zîndanê 100 zewac

Silêmanî (Rûdaw) – Li bajarên Silêmanî, Hewlêr û Dihokê di heyama 8 salan de 100 girtî di zîndanan de zewicîne.

 

Elî Xazrawî (30) berê pasevan bû, niha ji ber diziyê di girtîgehê de ye.

 

Xazrawî ji Rûdawê re diyar kir ku ew dixwaze ligel jieneke weke wî di girtîgehê de bizewice.

 

Xazrawî wiha got: “Ez zewicîme lê zarokên min nînin. Hevjîna min ne li dijî dernakeve ku ez bi jineke din re jî bizewicim. Ez dixwazin jineke ku min di girtîgehê de dîtiye re bizewicim. Lê ev jina ka ez dixwazim pê re bizewicim, dixwaze hevjîna min jî bi awayekî fermî razî bibe.”

 

Jineke nexwest navê wê were eşkerekirin jî wiha got: “Piştî vê saetê kesê ku ez dixwazim pê re bizewicim jî, divê di girtîgehê de be ku tişteke ji min hêvî neke. Herwiha divê kesekî bikare min xwedî bike, ango ne ez wî xwedî bikim.”

 

Li Herêma Kurdistanê normal e ku kesên di girtîgehên bajarên cuda de bi hev re bizewicin û ev yek ji aliyê civakê ve jî hatiye qebûlkirin.

 

Girtiyekî 30 salî ku nexwest navê wî bê eşkerekirin wiha axivî: “Min destgirtiya xwe li girtîgehê dema ku wê serdana birya xwe kir, naskir. Hêj 4 sal man e, ez derbikevim lê destgirtiya min gotiyê ewê li benda min bîmine.”

 

Kesên ku li girtîgehê nîşanî dibin yan jî dizewicin piraniya wan li girtîgehê hevdû nas dikin xwişkên hevalên wan e.

 

Bi xwişkên hevalan re dizewicin


Pisporê Lêkolînên Civakî li Girtîgeha Silemaniyê Xesro Silêman jî ji Rûdawê re wiha got:

 

“Di heyama 8 salên dawiyê de me nêzîkî 80 girtî zewicandin. Beşeke ji wan beriya bêne girtin hevdû naskiribûn û beşekê jî li girtîgehê hev naskirin. Herwiha hevjînên wan jî piranî xwişkên hevalên wan e. Em jî ji bo wan tişta ji destê me tê dibin alîkar.”

 

Şêwirmenda Civakî li Girtîgeha Jinan a Silêmaniyê Kuestan Enwer jî wiha got: “Heta niha 10 zewicîne. Em derbarê jinên biryara zewacê dane de lêkolînan dikin. Heger em astengiyekê bibînin destûrê nadin.”

 

Rêveira Girtîgeha Jinan a Hewlêrê Dîmen Mihemed 3 sala dest bi peywirê kiriye û ji Rûdawê re got: “Ji roja ez hatime li vir, 8 kes zewicîne. Piştî çend rojan kesekê dayîka xwe kuştiyê dê bizewice.”

 

Li girtîgeha Dihokê heta niha 2 kes zewicîne.

 

Mehê 2 caran mafê hevdîtinê heye


Li gorî biryara Wezareta Karên Civakî û Xebatan çend mafên girtîyan heye û di çarçoveya yasayan de dikarî bêne bicîkirin.

 

Dîmen Mihemed wiha got: “Kesên zewicî mehê carekê hevdû dibînin. Lê jinên cezayên wan hatine kêmkirin dikarin mehê 2 caran mêrê xwe bibînin.”