Serokatiya Herêma Kurdistanê: Ketina Mûsilê pêwendî bi me ve nîne

11-06-2015
RÛDAW
A+ A-

 

Hewlêr (Rûdaw) – Dîwana Serokatiya Herêma Kurdistanê di daxuyaniyekê de berisva komîteya lêkolînê ya parlamentoya Iraqê ku derbarê ketina bajarê Mûsilê de lêkolînê dike, da û ragihand, mijara ketina Mûsilê pêwendî bi Kurdistanê ve nîne û ew komîte dixwaze lêkolînên di vê bareyê de bi rêyeke şaş de bibe.

 

Serokatiya Herêma Kurdistanê îro di daxuyaniyekê de bersiva komîteya lêkolînê ya parlamentoya Iraqê da ku derbarê ketina bajarê Mûsilê de lêkolînan dike.

 

Dîwana Serokatiya Herêma Kurdistanê di daxuyaniya xwe de ragihand, komîteya lêkolînê ya parlamentoya Iraqê ku derbarê ketina bajarê Mûsilê bi destê çekdarên DAIŞê di Hezîran a sala 2014an de lêkolînê dike, çend pirsyar li Serokê Herêma Kurdistanê kiriye.

 

Di beşek din a vê daxuyaniyê de hatiye gotin: “Piştî dîtin û şirovekirina naveroka wan pirsiyaran, derbarê pirsyaran û dûrketin ji eslê mijarê û bingehên wê de, em ji raya giştî re radigihînin:

 

Yek: Piraniya pirsyaran bi guman in û guman û tohmetbarkirina jêr bi jêr tê de hene ku gelek ji sedemên rastî yên ketina Mûsilê dûr in. Bi ti awayî zelalî û şefafiyet tê de nîne. Ji ber wê jî em di wê baweriyê de ne, ew mijar pêwendî bi me ve nîne û me jî ti karek pê nîne.

 

Du: Pêwîst bû ew pirsyar ji wan kesan bihatiba kirin ku rêgirî li alîkariya pêşmerge kirin û heta nehîştin pêşmerge di rûyê DAIŞê de bisekine, çi berî girtina Mûsilê û çi jî piştî girtina wê. Herwiha pêwîst bû ji wan kesan bê pirsîn ku ji Mûsilê reviyan û Mûsil û çekên wê radestî DAIŞê kirin.

 

Sê: Mijara çawaniya rêvebirina şerê li dijî DAIŞê û hûrkarî û encamên wê li Herêma Kurdistanê, tenê pêwendî bi dam û dezgehên herêmê ve heye.”

 

Parlamentoya Iraqê di dawiya sala borî de komîteyek lîkolînê derbarê ketina bajarê Mûsilê de ava kir, ku karê wê lêkolînkirin derbarê sedemên ketina wî bajarî û aşkerekirina alî û kesatiyên berpirsyar di wê mijarê de ye.

 

Komîteya lêkolînê ya parlamnetoya Iraqê di berdewamiya lêkolînên xwe de, meha borî çend pirsyar pêşkêşî Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî kir û daxwaza bersiva wan kir.

 

Bajarê Mûsilê di Hezîran a sala 2014an de û di dema desthilatdariya serokwezîrê berê yê Iraqê Nûrî Malikî de kete dest çekdarên DAIŞê.

 

Serokatiya Herêma Kurdistanê piştî ketina bajêr eşkere kir, ku wan çend caran hikûmeta Bexdayê û serokwezîrê wê demê Nûrî Malikî ji rewşa aloz a parêzgeha Mûsilê agahdar kirine û derbarê êrişeke beriferh a DAIŞê li navçeyê hişyarî dane wan, lê rayedarên Iraqê û bi taybetî Nûrî Malikî guh nedane hişyariyên wan.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst