HDP: Dibe ku MÎT li pişt daxistina ala Tirkiyê be

11-06-2014
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw)- Hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Ertuglu Kurkçû derbarê daxistina ala Tirkiyê li navçeya Lîcê ya Amedê de, ragihand ku dibe ku ew kar ji aliyê MÎTa Tirkiyê ve hatibe kirin.

Ertuglu Kurkçû di hevpeyvîneke CNN Turk de got ku “bûyerên vê dawiyê li Lîcê şirîta bûyerên daxistina ala Tirkiyê tîne berçavê mirov, ku hemû carekê pirsa Kurd nêzîkî qonaxeke hestyar û hesas dibe, bûyerên wiha diqewmin, kesên ku al daxistine li derveyî îradeya wan kesan in ku dixwazin pirsa Kurd pêşve bibin”.

Hevserokê HDPê bi bîr xist ku di kongreya sala 1997an de ala Tirkiyê hat daxistin û got “Piştî lêkolînan derket ku kesê al daxistiye ji aliyê berpirsekî MÎTê ve hatibû tûjkirin”.

Kurkçû bal kişand ku “berpirsên wê navenda leşkerî ya ku lê anîn xwarê, gelek bi jîrane mamele kirine dema gotine ku ji ber agirbest heye û pêvajoya aştiyê dimeşe wan hêz li hember wî karî bi kar ne aniye”.

Serokerkaniya artêşa Tirkiyê derbarê bûyerê de gotibû ku “roja 8ê hezîranê grûpekê li nêzîk navendeke hêzên ezmanî li Amedê bêyî destûr xwepêşandanek li dar xistin û kesekî ser û çavê wî nixumandîbû êrîşî ala Tirkiyê kir”.

Serokerkaniya artêşa Tirkiyê diyar kir ku ewê li wî kesî bigere û wî ceza bike.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst