Endamên PDK-S yên derkirî van her du rojan vedigerin Rojavayê Kurdistanê
Hewlêr ( Rûdaw )- Endamên û Serkirdeyên Partiya Demokrata Kurdistanê-Sûriyê (PDK-S) yên ji aliyê asayişa ser bi PYD ve hatibûn ji Rojavayê Kurdistanê hatibûn nefîkirin bo Herêma Kurdistanê , wê nêzîk vegerin malên xwe .
Endamê polîtburoya PDK-S, Beşar Emîn ji Tora Mediyayî ya Rûdawê re raghand :"Piştî gotûbêjan bi hevalên xwere li hundir û li dervey Rojavayê Kurdistanê em gihan wê biryarê ku veger biryara raste û li gor vê pêvajoyê ye ."
Herwiha Beşar Emîn got: "Li ser vegera me çi rêkeftin bi PYD û EGRK re nînin û me di destpêkê de jî gotiye , em ne li benda wanin heta em vegerin yan venegerin welatê xwe, lê bitenê em li benda biryara partya xwe ne "
Wî Endamê polîtbîrûa PDK-S di dawiya axaftinê xwe de diyar kir ku: "Em endamên PDK-S yên hatin derkirin û yên rê li wan hatiye girtin ji bo derbasbûna Rojavayê Kurdistanê tevî Sekreterê PDK-S, Siûd Mela van du rojan emê vegerin Rojava, dibe ku hin endam jî hebin ku nexwazin vegerin "
tê zanîn li 15 / 5 / 2014 her çar endamên polît birûa PDK-S ( Nafi Beyro , Mihemed Sedûn , Mihemed Elî , Elî Îbrahîm ) hatin nefî kirin ji Rojavayê Kurdistanê û beriya wê jî Beşar Emîn jî hatibû nefî kirin û her wesa rêya vegerê li ber sikreterê PDK-S hatibû girtin li ser sînorê di navbera Rojavayê kurdistanê û Bakurê kurdistanê de.