Newşîrwan Mistefa: Hewlêr ji bo me ji Silêmaniye û Dihokê girîngtir e

11-06-2013
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Serokê tevgera Gorran Newşîrwan Mistefa, diyar kir ku Hewlêr ji bo wan ji Dihok û Silêmaniyê girîngtir e.

Li gorî nûçeya malpera fermî ya tevgera Gorran, îro (11.06.2013) li bajarê Hewlêrê konferansa tevgera Gorran a derheqê kar û xebatên wê tevgerê li parêzgeha Hewlêrê hat sazkirin.

Di konferansê de serokê tevgerê Newşîrwan Mistefa axaftinek kir û wiha got: “Bajarê Hewlêrê û navçe û bajarokên wê ji bo me ji Dihok û Silêmaniyê girîngtir e.”

Mistefa diyar kir ku Hewlêr paytexta Herêma Kurdistanê û navenda karûbarên siyasî û aborî ye û wiha anî ziman: “Ji ber wê jî girîngiya Hewlêrê tenê ji bo xelkê Hewlêrê nîne lê ji bo hemû Kurdistana Iraq û ji bo seranserê Kurdistanê ye.”

Serokê tevgera Gorran her wiha destnîşan kir ku çavên wan li Hewlêrê ye û dixwazin bizanin çi biryareke siyasî li wir derdikeve her wiha seranserê Kurdistanê jî çavên wan li guhertinên paytexta Herêma Kurdistanê ne.

Newşîrwan Mistefa da zanîn ku ew dixwazin di demek kurt de hemû civîn û konferansên xwe yên girîng li bajarê Hewlêrê saz bikin û Hewlêrê ji bajarê “hizbî” derxin û bikin ê hemûyan.

Mistefa beriya niha jî li Silêmaniyê gotibû: “Em hizra bidestxistina desthilatê dikin.”

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst