Hilbijartinên şaredariyan ên Rojavayê Kurdistanê hatin bipaşxistin

Hewlêr (Rûdaw) - Hilbijartinên şaredariyan ên Rojavayê Kurdistanê hatin bipaşxistin û dê meha Hezîrana îsal werin lidarxistin.

Komîsyona Bilind a Hilbijartinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ragihand ku hilbijartinên şaredariyên herêmê hatin bipaşxistin.

Diviyabû hilbijartinên şaredariyan ên Rojavayê Kurdistanê 30ê Gulana 2024an bihata kirin lê li gorî biryara nû dê 11ê Hezîranê werin kirin.

Di daxuyaniya Komîsyona Bilind a Hilbijartinan de wiha hat gotin:

"Armanca me ya sereke serxistina pêvajoya hilbijartinan, pêkanîna zelalî û demokrasiyê ye.

Ji bo pêkanîna vê armancê dem şertekî girîng û bingehîn e.

Biryar bû ku hilbijartin 30ê Gulanê bihatana kirin lê di çarçoveya xebatên me de me dît ku dema diyarkirî ya ji bo amadekariyên pêkanîna hilbijartinên şaredariyan li Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê têrê nake.”

Komîsyona Bilind a Hilbijartinan da zanîn ku ji ber vê yekê wan biryar da dema hilbijartinan were bipaşxistin û 11ê Hezîranê werin kirin da ku amadekariyên baştir bikin.