Li Dîlokê 2 motorsîklet li hev qelibîn: Her du şofêr mirin

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Belqisê ya Dîlokê 2 motorsîklet li hev qelibîn û şofêrên her du motorsîkletan di bûyerê de canê xwe ji dest da.

Qeza şeva borî li taxa Sultan Abulhamîtê ya navçeya Belqisê ya Dîlokê çêbû.

Li gorî zanyariyan motorsîkletên ku welatiyên bi navê Hasan Ç. û Umut Can D. diajotin li hev qelibîne.

Şofêrên her du motorsîkletan li cihê bûyerê canê xwe ji dest da.

Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê çûn cihê bûyerê û cenazeyên her du şofêran birin Nexweşxaneya Dewletê ya Belqisê.