Ji bo 29 parêzgehan hişyarî hat dayîn
Hewlêr (Rûdaw) - Rêveberiya Saziya Keşnasiyê ya Tirkiyeyê ji bo 29 parêzgehan hişyariya baran û bagerê da.
Li gorî daxuyaniya Saziya Keşnasiyê, li seranserî Tirkiye û Bakurê Kurdistanê avhewaya germ diguhere û 4 heta 6 pileyan dadikeve.
Herwiha keşnasiyê ji bo 29 parêzgehan hişyariya baran û bagerê da ku parêzgehên Xarpêt, Çewlîg, Sêwaz, Dêrsim, Colemêrg, Wan û Meletî yên Bakurê Kurdistanê jî di nav de ne.
Li piraniya parêzgehên Bakurê Kurdistanê hişyariya tozbarînê jî hatibû dayîn ku bandoreke neyînî li jiyana rojane ya welatiyan dike.