Li Çewlîgê qeza: Miriyek û 3 birîndar

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Çewlîgê ya Bakurê Kurdistanê, otomobîlekê li lewheya trafîkê da.

Di encamê de zarokekê canê xwe ji dest da û 3 kes jî birîndar bûn.

Otomobîla B.S. diajot, li meydana Aftor Înaliyê ya Çewlîgê li lewheya agahiyên trafîkê qelibî.

Tevî şofêr çar kes birîndar bûn.

Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê û polîs çûn cihê bûyerê.

Tîmên tenduristiyê birîndar bi ambulansan veguhastin Nexweşxaneya Dewletê ya Çewlîgê.

Ji birîndaran Avşîn Sya 12 salî li gel midaxeleyan bi ser xwe ve nehat û canê xwe ji dest da.

Li gorî agahiyan birîna 2 kesan jî giran e û metirsî li ser jiyana wan heye.