Deriyê sînor ê Sêmalka-Peşabûrê hat girtin

Hewlêr (Rûdaw) – Deriyê Sînor ê Sêmalka-Peşabûrê ê di navbera Başûr û Rojavayê Kurdistanê de bo demeke nediyar hat girtin. Çavkaniyekî fermî ji Peşabûrê ji Rûdawê re ragihand, Deriyê Navdewletî yê Pêşabûrê ji aliyê Başûrê Kurdistanê ve bo demeke nediyar hatiye girtin.

Çavkaniyekî fermî ê li Deriyê Sînor ê Pêşabûrê ê di navbera Başûr û Rojavayê Kurdistanê de ku nexwest navê xwe aşkere bike, ji Rûdawê re ragihand, îro deriyê sînor hat girtin û hatin û çûna di derî re bi temamî hat rawestandin.

Li gor heman çavkaniyê, girtina derî dê bo demeke nediyar be û nayê zanîn derî dê kengê bê vekirin.

Li gorî agahiyên Rûdawê, sedema girtina derî ji ber çendîn helwestên berpirsên deriyê Sêmelka li aliyê Rojavayê Kurdistanê bû ku rê nedan mêvanên Rojavayê Kurdistanê beşdarî merasîma vekirina Yadgeha Niştimanî ya Barzanî bikin ku îro li Barzan hat lidarxistin.

Deriyê Navdewletî yê Pêşabûr-Sêmlaka deriyekî sînorî yê giring ê di navbera Başûr û Rojavayê Kurdistanê de ye, ji bilî armancên mirovî, deriyekî aborî yê girîng e bo Rojavayê Kurdistanê jî, ji ber ku %60 ji kelûpelên xwarinê yên Rojavayê Kurdistanê bi rêya vî deriyê sînor ve tên dabînkirin.