Parlamenterê HDPê: Em CHPa Ataturk û ya Kiliçdaroglu weke hev nabînin

11-05-2023
RÛDAW
Parlamenterê HDPê yê Şirnexê Hasan Ozguneş beşdarî bernameya Rûdawa Îro ya Rûdaw TVê bû û bersiva pirsên Nwêner Fatîh da.
Parlamenterê HDPê yê Şirnexê Hasan Ozguneş beşdarî bernameya Rûdawa Îro ya Rûdaw TVê bû û bersiva pirsên Nwêner Fatîh da.
Nîşan Hilbijartinên Tirkiyê Hasan Ozguneş Şirnex
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yê Şirnexê Hasan Ozguneş ragihand “Çawa ku Kurdên îro ne wek Kurdên sed sal berê ne, CHPya îro jî ne wek CHPa sed sal berê ye. Pirsgirêka Kurd bi saya gelê me û têkoşîna me derketiye qonaxeke wisa ku li Tirkiyê kes nikare înkar bike.”

Parlamenterê HDPê yê Şirnexê Hasan Ozguneş beşdarî bernameya Rûdawa Îro ya Rûdaw TVê bû û bersiva pirsên Nwêner Fatîh da.

Hasan Ozguneş diyar ku li Şirnexê heyecana hilbijartinê di asta herî jor de ye û got: “Di şerê ku di sala 2015an de piştî îlankirina rêveberiya xweseriyê li Şirnex, Amed û gelek bajarên Kurdistanê, gelê me rastî zilm û zordestiyeke mezin hat. Hewl dan tirs û xofê bi ser gelê me de çêbikin. Hikûmeta AKPê di hilbijartinan de bi rayedarên dewletê re gelek hile kirin. Lê îro gelê Şirnexê bi coşeke herî bilind pêşwaziyê hilbijartinan dike.”

“Dengek bo YSP û dengek bo Kiliçdaroglu”

Ozguneş amaje bi wê yekê kir ku hilbijartinên Hilbijartina Parlamanteriyê ya Heyama 28an û Hilbijartina Serokomariyê ku biryar e 14ê Gulanê de pêk werin gelek girîng in û got: “Ev hilbijartin dê bibe hilbijartina sedsalê, derbasbûna bihareke nû, hilbijartina têkbirina faşîzm, şer, bêhiqûqî, gendelî, belavkirina madeyên hişbir û polîtîkayên bêexlaqiyê di nava gelan de. Ji bo vê yekê gelê me dê bi hêviyeke mezin biçe ser sindoqan û dê dengê xwe biparêze û dê dengek ji bo Partiya Çepên Kesk, dengek din ji bo demokrasî, azadî û edaletê, bawerî, azadî, xizanî û ji bo pirsgirêka Kurd, li Meclîsê bê çareserkirin û ji bo bidawîkirina faşîzma AKP û MHPê ku dijminatiya gelê Kurd dikin bide birêz Kiliçdaroglu.”

“Kurd ne Kurdên sed sal berê ne”

Li ser pirsa “Di navbera Partiya Çepên Kesk û CHP’ê de ti peymaneke fermî nîne, hûn dê çima piştgiriyê bidin Kiliçdaroglu?” Hasan Ozguneş wiha got: “Divê di serî de ev bê gotin; Em baş dizanin ku di polîtîkayên asîmîlasyon, tepeserkirina serhildanan, înkarkirina gelê kurd, îmhakirina Kurdan a Lozanê de rola CHPê heye. Em wek HDP vê yekê baş dizanin, gelê me jî vê yekê baş dizane. Lêbelê, wekî fîlozofê Yûnanî gotiye, mirov nikare bi ava ku di robarekê de dihereke xwe du caran bişo. Heraklîtos dibêje ku qanûna jiyanê guherîn û veguhertin e. Em CHPa îro ya bi serokatiya Kiliçdaroglu wek CHPa bi serokatiya Îsmet Înonû û Ataturk nabînin. Çawa ku Kurdên îro ne wek Kurdên sed sal berê ne, CHPya îro jî ne wek CHPa sed sal berê ye. Pirsa Kurd bi saya têkoşîna me û gelê me derketiye qonaxeke wisa ku li Tirkiyê kes nikare înkar bike. Kiliçdaroglu û hevalên wî, ji bilî neteweperestên ji IYI Partiyê, kesên ji bo Tirkiyê demokrasî û aştiyê dixwazin û dixwazin dawî li xizaniya ku ji ber şerê 40 salî çêbûye bidawî bînin û gel bihareke nû biceribîne û Tirkiye tevlî Ewropayê bibe û bi rûmet û dewlemend bijî, nikare bi feraseta kevin nêzîk tevbigere. Ji ber vê yekê wan xwe guhert, têkoşîna me ew hemû guhertin.”

“CHP dizanî di avakirina Komarê de behsa Kurd û Kurdistanê hatiye kirin”

Ozguneş, diyar kir ku CHPê di salên 1990î de bi navê "Pirsgirêka Kurd" raporek amade kir û niha jî ji bo têkiliyên xwe yên bi Kurdan re baş bike maseyek amade kiriye û pirsa Kurd û Kurdistanê qebûl dikin û got ku CHPê jî dizanibû ku di dema avakirina Komara Tirkiyê de behsa mafên Kurdan û Kurdistanê hatiye kirin.

"Di hilbijartinên 2019an de hîle kirin”

Ozguneş, sedema ku AK Partiyê di hilbijartinên herêmî yên sala 2019an de bi rêjeya ji sedî 61ê ya dengan şaredariyê bi dest xistiye, wiha da zanîn: “Bila gelê me yê li her çar perçeyên Kurdistanê vê rastiyê baş bizanin. Di wî şerê li ser Şirnexê de 15 hezar mirovên me ji bajêr koç kirin. Ev hemû welatperaz bûn û dengdêrên me bûn. Ji aliyê din ve di hefteya dawî de li ser medyaya civakî derketiye holê. Rojnamevan Cevherî Guven belgeyên nepenî eşkere kir ku nîşan didin di hilbijartinên 31ê Adarê 2019an de hikûmetê çawa deng dizîne û çawa hîle û gendelî kiriye.”

Herwiha Ozguneş da zanîn ku di îfadeya kesekî ku di Daireya Nifûsê de dixebitî û piştre hatiye desteserkirin, diyar bûye ku leşkerên li Şirnex û navçeyên wê wezîfedar in li ser daxwaza parêzger û rêveberiya AK Partiyê wekî dengdêr hatine nîşandan û ji wan 11 hezar kesan dengê xwe dane AK Partiyê wiha pê de çû: “Ji derve 11 hezar kes anîn û deng dan. Ji hemû esnaf, rûspî, cerdevan û memûrên Şirnexê re gotin, eger hûn vê carê dengê xwe nedin AK Partiyê, em dê statûya parêzgariyê ji bistînin. Ji fermanber û cerdevanan re gotin 'hûn dê dengê xwe bidin û wêneyê xwe ji me re bişînin'. Yanî bi zext û hîleyan gel anîn ser sindoqan û deng dan. Ev yek deryasayî ye. Me jî wêneyên wan kişand û giliyê wan kir, lê dadger bi xwe ji me re got, 'Ez nikarim tiştekî bikim, ji min derdikeve'. Negot ev îradeya gelê Şirnexê ye. Eger hilbijartineke demokratîk çêbibe em li Şirnexê %70-75 û li navçeyên wekî Cizîrê %90 dengan distînin. Tenê hinek cerdevan û karmendên dewletê yên ku li wir dixebitin û ji derve tên û yên ku têkiliya wan heye ku hin îhaleyan ji hikûmetê werbigirin dengê xwe didin wan. Tu têkiliya hikûmet û partiyên avaker bi Şirnexê re nîne.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst