Serokwezîrê Iraqê: Kurdistanê ji bo azadiyê gelek qurbanî daye

11-05-2023
RÛDAW
Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî
Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî di gotara xwe de li Barzan ragihand: “Kurdistanê ji bo azadiyê gelek qurbanî daye.”

Îro di merasîmeke mezin de, bi amadebûna serok û serkirdeyên Herêma Kurdistanê û Iraqê, herwiha dîplomat û nûnerên welatên biyanî yên li Iraqê û Herêma Kurdistanê û gelek kesayetên ji welatên din, Yadgeha Niştimanî ya Barzanî li Barzan hat vekirin.

Merasîma vekirina vê yadgehê di demjimêr 10:00 de bi pêşwaziya li mêvanan dest pê kir.

Di merasîmê de hinek ji serkirdeyên Herêma Kurdistanê û Iraqê gotar pêşkêş kirin. Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî yek ji wan kesan bû û di gotara xwe de ragihand: “Kurdistanê ji bo azadiyê gelek qurbanî daye... Dema tevgera Kurd pêş ket, bi sûcên Seddam re rû bi rû ma.”

Mihemed Şiya Sûdanî herwiha behsa Mistefa Barzanî yê nemir kir û got: “Mistefa Barzanî li hember zordaran xebat kiriye û gelê Kurd li vî sînorî (Barzan) gelek xebat kirine û qurbanî dane.”

 Sûdanî di axavtina xwe de got, “Şehîdên gelê me yê Kurd û şehîdên tevahiya tevgera nîştimanî ya Iraqê dixwestin welatekî ji bo neviyên xwe bihêlin ku tê de dadmendî û wekhevî geş bibe û welatî bi rûmet û serbilind tê de bijîn.”

Serokwezîrê Iraqê "tekoşîn û qurbanîdana" tevgera neteweyî ya Kurd di dehsalên sedsala borî de û serkirdayetiya Mele Mistefa Barzanî li dijî "zaliman" û "dîktatoriya Beasî ya Seddam û tawanên wî” bi bîr anî û got, “Selimand ku gelê Iraqê tevî hemû civakên xwe koletiyê red dike û zilmê qebûl nake.”

Sûdanî li ser Mele Mistefa Barzanî got, “Qurbanîdan ji bo bav û kalên me û şehîdên hemû çîn, ol û mezhebên Iraqa ezîz ne nû ye. Yek ji wan mirovên ku em îro bi bîr tînin û vê platforma mezin a bi navê wî vedikin kesayetekî nîştimanî û dîrokî ye ku ew jî rêber Mele Mistefa Barzanî ye. Her wiha ew jiyannameya wî ya ji bo Pirsa Kurd bi bîr tînin ku pirsgirêka Iraqê û rizgarkirina wê ji zilm û zordariyê ye.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst