Serok Barzanî bang li aliyên Kurdistanî kir: Bicivin û pirsgirêkan çareser bikin

11-05-2023
RÛDAW
Nîşan Serok Barzanî Aliyên Kurdistanî Yadgeha Niştimanî ya Barzanî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Serok Mesûd Barzanî daxwaz ji hemû partî û aliyên siyasî yên Kurdistanê kir, ku beriya 18 vê mehê bi hev re civînekê li dar bixin û li ser pirsgirêkan gotûbêj bikin û wan pirsgirêkan çareser bikin.

Îro di merasîmeke mezin de, bi amadebûna serok û serkirdeyên Herêma Kurdistanê û Iraqê, herwiha dîplomat û nûnerên welatên biyanî yên li Iraqê û Herêma Kurdistanê û gelek kesayetên ji welatên din, Yadgeha Niştimanî ya Barzanî li Barzan hat vekirin.

Di merasîma vekirina "Yadgeha Niştimanî ya Barzanî", Serok Mesûd axaftinek kir û bang li hemû alî û partiyên siyasî yên Kurdistanî kir ku bi hev re bicivin û pirsgirêkan çareser bikin.

Serok Barzanî got: “Di demeke pir nêz de berî 18ê vê mehê hemû bi hev re civîneke berfireh bikin, bi dilsozî behsa pirsgirêkan bikin û wan çareser bikin.”

Serok Barzanî herwiha daxwaz ji Polîtburoya PDKê û YNKê kir û got: “Berî vî civîna berfireh, bi awayekî cuda bicivin û zemîneyê amade bikin ji bo serxistina civîna din.”

Di beşeke din a axaftina xwe de Serok Barzanî tekez kir: “Divê derfetan ji dest nedin û ji serhildanê sûd bê girtin. Ji dil û bi biratî daxwazê ji hemû hêzên siyasî yên Herêma Kurdistanê dikim ku dawî li pirsgirêkên xwe bînin.”

Serok Barzanî li ser peywendiyên di navbera Iraq û Herêma Kurdistanê de jî got ku atmosfereke gelekî baş heye û îradeyek bihêz û niyeteke pak heye ji bo çareserkirina pirsgirêkan.

Serok Barzanî di beşeke din a axaftina xwe de spasiya Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî kir ku beşdarî merasimê bû û gotarek pêşkêş kir. Barzanî di berdewamiya axaftina xwe de got, “Ew bi awayekî pir cidî hewl dide rêkeftina siyasî ya ku hatiye encamdan cîbicî bike û ez jê re dilniya dikim ku em ê bi hemû hêza xwe piştgiriya wî bikin.”

Barzanî her wiha anî ziman, “Em hêvî dikin ku ev keşûhewa û ev rewşa guncav ji bo çareserkirina hemû pirsgirêkên din jî berdewam be.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst