Îqama Hewlêrê derbarê desteserkirina endama KCKê de daxuyanî da

Hewlêr (Rûdaw) - Rêveberiya Daireya Îqameya Hewlêrê ragihand, ku endama KCKê Azîme Arsu ku bi pasaporteke sexte li Balafirxaneya Navneteweyî ya Hewlêrê hatibû desteserkirin, li ser daxwaza rayedarên Iraqê dê radestî Bexdayê bê kirin.

Rêveberiya Daireya Îqameya Hewlêrê di daxuyaniyekê de ragihandin ku roja 2yê Gulana 2023an jina bi navê “Azîme Arsu” bi pasaporteke sexte li Balafirxaneya Navneteweyî ya Hewlêrê hatiye desteserkirin.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku derbarê Arsu de ji aliyê hêzên ewlekariya Iraqê ve biryarê lêgerînê hebûye û ji ber vê yekê ew dê radestî hikûmeta Iraqê were kirin.

Lê belê nehat diyarkirin ku Arsu ji ku hatiye û ji bo biçe ku derê çûye balafirxaneyê.

Hate zanîn ku endama KCKê Azîme Arsu ya bi nasnav "Norşîn Botan" di sala 1976an de li Şirnexê ji dayik bûye.

Li aliyê din di daxuyaniya Komîteya Peywendiyên Derve ya KCKê de hat gotin ku Arsu ji bo dermankirinê hewl dida biçe dervey welat.

Di daxuyaniya KCKê de hat îdiakirin ku Arsû radestî MÎTê hatiye kirin.