Tirkiyê gundekî Til Temirê topbaran kir; kuştî û birîndar hene

Hewlêr (Rûdaw) - Artêşa Tirkiyê gundekî Til Temir ê Rojavayê Kurdistanê topbaran kir, welatiyekî canê xwe ji dest da, 4 welatiyên din jî birîndar bûn.

Li gorî agahiyan Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan (SOHR), îro Pêncşemê di demijmêr 10:00an de artêşa Tirkiyê gundê Til El-Leben yê ser bajarokê Til Temirê ve topbaran kir.

SOHRê ragihand ku di encama topbarana Tirkiyê de welatiyekî canê xwe ji dest daye û 4 welatiyên din jî birîndar bûne ku di nav zeviyên xwe yên çandiniyê de kar dikirin.

Hat ragihandin ku navê kesê canê xwe ji dest daye Mihemed Ebdilfetah ê 38 salî ye.

Kesên birîndar jî bûne, Xalis Hecî, Ebdilla Izedîn û Ibrahîm Mihemed û Hafiz Mihemed in.