Hewlêr (Rûdaw) – Li Qamişlo ya Rojavayê Kurdistanê nirxê ava vexwarinê û paqijiyê ji aliyê Desteya Rêveberiya Xwecihî û Jîngehê ya Rêveberiya Xweser ve 5 qat hat zêdekirin.
Şaredariya bajarê Qamişlo ya Rojavayê Kurdistanê îro Pêncşemê 11ê Gulana 2023an ragihand, wan pereyên paqijiyê û ava vexwarinê bi biryarekê ji Desteya Rêveberiya Xwecihî û Jîngehê ji 2 hezar lîreyên Sûrî kirine 10 hezar lîre.
Endamê ofîsa cîbicîkar a Şaredariya Qamişloyê Emîn Cedûa ji medyaya nêzîkî Rêveberiya Xweser re got, ew biryar ji vê mehê ve tê cîbicîkirin.
Emîn Cedûa destnîşan kir ku ji meha Adarê ve ew biryar li bajarê Dêrikê tê cîbicîkirin, sedema wê girankirinê jî ew e ku nirxê çakkirina alavên kar û mûçeya karkeran zêde bûye.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse