Bi vekirina Deriyê Sînorî yê Zêtê bendewariya 10 salan a xelkê bi dawî bû

11-05-2023
Şewket Herkî
Şewket Herkî
 Bi vekirina Deriyê Sînorî yê Zêtê bendewariya 10 salan a xelkê bi dawî bû
Bi vekirina Deriyê Sînorî yê Zêtê bendewariya 10 salan a xelkê bi dawî bû
Nîşan Deriyê Sînorî yê Zêtê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Piştî 10 salan a bendewariya xelkê Deriyê Sînorî yê Zêtê yê di navbera Herêma Kurdistanê û Tirkiyê de ku dikeve navbera Rûbarokê û Mergesor a Herêma Kurdistanê bi merasîmekê hat vekirin.

Parêzgarê Colemergê Îdrîs Akbiyik ji Rûdawê re got, “Pîroz be ji Tirkiyê re. Hem ji bo welatê me, hem jî ji bo Bakurê Iraqê û hem jî ji bo welatê Iraqê dê alîkariyeke mezin bide. Bazirganî, çandî di her warî de. Ji xwe mirovên li vir xizm û dost in. Pîroz be ji bo welatê me.”

Di merasîma vekirina Deriyê Sînorî yê Zêtê de berpirsên Colemergê û Herêma Kurdistanê amade bûn. Navê wê deriyê li aliyê Bakurê Kurdistanê Deriyê Sînorî yê Girane ye.

Berbijêrê AK Partiyê yê Colemêrgê yê rêza yekem Abdulmuttalîp Ozbek ê ku beşdarî merasîma vekirinê bû di daxuyaniyekê de ji Rûdawê re got, “Demeke dirêj e daxwaza me hemûyan ev bû. Bawer bike îro cejna Kurdistanê ye, cejna Tirkan e, cejna miletê Colemêrgê ye ya me hemûyan e. Ev deriyê Rûbarokê îro vebû.”

Nûnerê Serok Barzanî, Mela Mistefa Barzanî yê ku beşdarî merasîma vekirina deriyê sînorî bû ji Rûdawê re ragihand, vekirina deriyê sînor destkefteke mezin e û dê bibe xêr û bereket ji bo hemû neteweya Kurd û Kurdistanê.

Welatiyê bi navê Cemal Kaya piştî vekirina derî yekem car ji aliyê Bakur ve serdana Başûrê Kurdistanê kir û di nava 3 demjimêran de xwe gihîştande Hewlêrê. Kaya ji Rûdawê re got, “Em gelek spasiya Tirkiyê dikin, gelek spas ji bo Serok Barzanî.”

Bi vekirina Deriyê Sînorî yê Zêtê hejmara deriyên di navbera Herêma Kurdistanê û Tirkiyê de bûne 3.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst