Galeriya wêneyan

11-05-2023
32 Photos
Bilind T. Abdullah

Deriyê Sînorî yê Zêtê yê di navbera Herêma Kurdistanê û Tirkiyê de bi merasîmekê hat vekirin. Şaredarê Rûbarokê yê parêzgeha Colemêrg a Bakurê Kurdistanê ragihand, geştyar dê bikaribin di deriyê sînorî re derbas bibin û heta 10 rojên din dê rê bidin welatiyan ku bi otombîlan jî bikaribin çûnûhatinê bikin.

Deriyê Sînorî yê Zêtê yê ku dikeve navbera navçeya Şêrwana Mezin a girêdayî navçeya Mêrgesorê ya Îdareya Serbixwe ya Soran a Hewlêrê û gundê Girane yê girêdayî navçeya Rûbarok a Colemêrgê roja Çarşemê 10ê Gulana 2023an bi merasîmeke fermî hat vekirin.

Mistefa Barzanî wek nûnerê Serok Mesûd Barzanî, Parêzgarê Hewlêrê Umîd Xoşnaw wek nûnerê Hikûmeta Herêma Kurdistanê, Qaymeqamê Mêrgesorê Ehmed Xefûr, Rêveberê Îdareya Serbixwe ya Soran Helgurd Şêx Necîb, Parêzgarê Colemêrgê Îdrîs Akbiyik, Konsulê Tirkiyê yê li Hewlêrê Mehmet Mewlut Yakut, Parlamenterê Colemêrgê yê AK Partiyê Husret Dînç, Qeymeqamê Şemzînanê Alî Ekber Ateş, Şaredarê Şemzînanê Tahir Sakli, Şaredarê Rûbarokê Ekrem Çetînkaya, Pêşmerge û rayedarên leşkerî û gelek welatî beşdarî merasîmê bûn.